Li Amedê karmenda tendirûstiyê ya ji kar hatibû dûrxistin xwe kuşt

Li Amedê karmenda tendirûstiyê ya ji kar hatibû dûrxistin xwe kuşt

.

A+A-

Karmenda Nexweşxaneya Zarokan a Diyarbekirê Fatma Demirel ku bi biryara di hûkmê qanûnê de (KHK) ji kar hatibû dûrxistin, xwe kuşt.

Parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu derbarê xwe kuştina Fatma Demirel de bi peyamekê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir: “Ev xwe kuştina çendan e ji neçariyê?”

Parlamenterê HDPê Gergerlioglu xwe kuştina Fatma Demirel li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand û da zanîn: “Xwe kuştin! Ev çendîn xwe kuştina mexdûra KHKê ye! Ev xwe kuştina çendan e ji neçariyê? Fatma Demirel li Diyarbekirê, bi biryara di hukmê qanûnê de ji Nexweşxaneya Zarokan a Diyarbekirê hat avêtin. 48 salî û dayika zarokekê bû. Qirkirin berdewam e û raya giştî û rayedar bêdeng in.”

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Fatma Demirel endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin