Li Amedê 9 curên xwarinê yên gelêrî hatin tomarkirin

Li Amedê 9 curên xwarinê yên gelêrî hatin tomarkirin

.

A+A-

 Li Amedê bi serlêdana Odeya Bazirganî ya Bajêr 9 cûre xwarinên bajêr ji aliyê saziya tescîlkirinê ya Tirkiyê ve weke xwarinên Amedê hatin tescîlkirin û van 9 cûrê xwarinan nîşaneya erdînîgariyê wergirtin.

Jûra Bazirganîya Amedê jî bi armanca danasîna van xwarinen tescîlkirî ji çapemenîyê re organîzasyona danasînê lidar xist. Di organîzasyonê de ev cûre xwarinên ji çanda Amedê hatin tehmkirin û danasîn. Di organîzasyonê de serokê jûra amedê ragihand ku ew ji bo birincê qerejdaxê,tirî û qedayîfê Amedê jî di dinyayê werin naskirin serî li sazîya Yekîtiya Evropa dana û li benda tescîlkirinê ne.

Li odeya bazirganîya Amedê ji bo neh cûre xwarinên ku ji aliyê saziya patêntê ve weke xwarinên Amedê hatibûn tescîlkirin ji çapemenîyê re çalakîya danasînê hat lidar xistin.

Odeya Bazirganiya Amedê ji bo ku weke xwarinên Amedê werin tescîlkirin bi 64 cûre xwarinan serî li saziya tescilkirinê dabû piştî lêkolînek du sal û nîvan saziya patentê ji wê lîsteyê “dolmê hişk, çorbe ya simindirik, eşkene ya mirîşkê, kiftê nav tijî, kebaba uskûrê, şehriye, meftûne ya kundira, boranî ya kerenga û tirît jî di tev de  9 cûre xwarin li ser navê Amedê tescîl kir.

Serokê Odeya Bazirganîya Amedê Mehmet Kaya got: “Niha li vir armanca me ev e. Rast e em odeya bazirganîyê ne.Em çanda bajêr ya ji paşerojê hatiye biparêzên û bidin danasîn lê li gel vê yekê aliyê îstîhdamê, aliyê aborîyê jî  nikarin piştgih bikin. Em bi temamî bi vî armancê van karan dikin.”

Nivîskara Ermenî ya pirtûka Sifre ya Amîda Sîlva Ozyerlî jî di heman organîzasyonê de li ser navê Amedê kêfxweşîya xwe anî ziman.

Nivîskar Sîlva Ozyerlî got: “Ez îro li axa xwe me,li axa bav û kalên xwe me.Rojekî taybet e ji bo min çimkî îro 9 cûre xwarinên axa min li ser navê Amedê hatine tescîlkirin. Ez gelek bextewarim lewra di vê çandê de keda bav û kalên min jî he ye.”

Aşpêjên Amedê jî ji bo ku ev lîste berfireh be û ev cûre xwarin derbasî nifşên nû bibin bal kişandin ser çêkirina van xwarinan a ji aliyê kebaniyên malan

Aşpêj Eser Dogu jî got: “Ez van xwarinan li malê jî çêdikim.Çêkirina wan ne zehmet e. Li min zor nayê.

Aşpêj Naîle Polat jî anî ziman: “Gelek kêfa min xweş e. Ev xwarinên me em dixwazin di vê dema nûjen de jî werin çêkirin.”

Aşpêj Fîgen Beyazagaç wiha axivî: “Van xwarina heke xanimên mala di malên xwede jî van xwarinan çêkin zarokên xwe jî hînî çêkirina van xwarinan bikin ev xwarin nayên jibîr kirin.”

Odeya Bazirganiya Amedê ji bo birincê Qerejdaxê, tirî û qedayifa Aedê di dinyayê de werin nasîn jî  serî li saziya patentê ya Ewropayê daye û li benda tescîlkirinê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin