Li Amedê 30 donim genim şewitî

Li Amedê 30 donim genim şewitî

Li navçeya Çinarê ya Amedê ji ber sedemeke hêj nayê zanîn agirt derket û 30 donim zeviyên genim şewitîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li herdu gundên Lugus û Beşpinarê ji ber sedemekê ku hêj nayê agir bi zeviyên genim ket.

Bi bandora bayê agir mezin bû û xelkê gund jî bi traktorên xwe midaxeleyê agir kirin. Piştî hewldanên dirêj xelkê gund karîn agir vemirînin.

Hat zanîn ku di şewatê de 30 donim genim jî bû xwelî.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin