Li Afyonê bi çek êrîşî karkerên Kurd kirin: Kesek hat kuştin

Li Afyonê bi çek êrîşî karkerên Kurd kirin: Kesek hat kuştin

 Li bajarokê Dînar ê ser bi parêzgeha Afyonkarahîsar a Tirkiyê, sê birayên Kurd ku xelkê qezaya Erdîş a parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê ne û ji bo karkeriya di bînasaziyê de çûne Afyonkarahîsarê, rastî êrîşeke çekdarî hatin.

A+A-

 Li bajarokê Dînar ê ser bi parêzgeha Afyonkarahîsar a Tirkiyê, sê birayên Kurd ku xelkê qezaya Erdîş a parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê ne û ji bo karkeriya di bînasaziyê de çûne Afyonkarahîsarê, rastî êrîşeke çekdarî hatin.

Bûyer êvara îro Yekşemê 13ê Îlonê çê bûye û li gor agahiyan, di navbera her sê birayên Kurd ên bi navên Ozkan T, Firat T û Fatîh T û kesekî nenas de bûye xirecir..

Li gor gotina çend şahidhalan, xirecira di navbera wan kesan de li ser wê yekê bûye ku kesê nenas ji hersê birayên Kurd re gotiye hûn çima tozê dikin û li ser wê yekê di navbera wan de şer derketiye û kesê nenas çeka xwe derxistiye û teqe li her sê birayên Kurd kiriye.

Di encama teqekirinê de, Ozkan T ê 25 salî canê xwe ji dest daye û herdu birayên din Firat û Fatîh birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Polîsê bajarokê Dînarê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Ev ne cara yekem e ku karkerên Kurd li bajarê Tirkiyê rastî êrîşên nejadperestî tên. Di rojên destpêka vê mehê de li parêzgeha Sakarya jî hejmarek nejadperestên Tirk êrîşî karkerên Kurd ên xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê kiribûn.

Wê bûyerê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek deng veda û parlamenter û berpirsên Tirkiyê li ser bûyerê bertek nîşan dan.

Sala bihorî jî li parêzgeha Sakarya ya li bakurê rojavayê Tirkiyê, karkerekî Kurd hatibû kuştin.

Di Tîrmeha îsal de jî li parêzgeha Yuzgatê êrîşî ser hejmarek karkerên Kurd hatibû kirin, ku li daristanên wê navçeyê kar dikirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin