Li Afganîstanê di êrîşekê de 9 kes mirin!

Li Afganîstanê di êrîşekê de 9 kes mirin!

Li navçeya Hakrîz a ser bi parêzgeha Kandahar a başûrê Afganîstanê, bombeyekî ku li tenişta rê hatibû vedan, hat teqandin û 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

A+A-


Li navçeya Hakrîz a ser bi parêzgeha Kandahar a başûrê Afganîstanê, bombeyekî ku li tenişta rê hatibû vedan, hat teqandin û 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.


Parêzgerê Kandaharê Heyatullah Heyat ji çapemeniyê re ragehand, li gundê Derzab a ser bi navçeya Hakrîzê bombeya li tenişta rê hatibû vedan di minibûsekî ku sivîl têde bûn de hatiye teqandin.


Herwaha got, di teqînê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 18 kes jî birîndar bûne.


Heyat got, bombe ji aliyê rêxistina Talîbanê ve li herêmê hatiye bicîh kirin.


Derbarê bûyerê de ji Talîbanê heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin