Laziqiyê bi tundî hat bordûmankirin

Laziqiyê bi tundî hat bordûmankirin

Ajansa fermî ya nûçeyên Sûrî (Sana) ragihand, ku şevê din êrîşek ezmanî li dijî Dezgeha Pîşeyên Teknîkî li parêzgeha Laziqiyê hat encamdan, lê sîstema berevaniya Sûrî karîbû rê li ber êrîşê bigire û hejmarek ji mûşekan jinav bir.

A+A-

Jêderekî ji Artêşa Sûryê ragihand, ku ew mûşek ji nav Derya Sipî hatin berdan.

Ji aliyê xwe ve Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku êrîş li dijî komgehên teqemeniyê yên Dezgeha Pîşeyên Teknîkî li Laziqiyê hat kirin, ku çekdarên ser bi Îran û rêjîma Sûryê ve, li wê navçeyê belav dibin û bigotina Çavdêrgehê, ew komgeh ji encama êrîşê hatin jinavbirin.

 

Şevê din hat ragihandin, ku keştiyên serbazî yên Amerîkî û Firensî ji nav Derya Sipî, bi mûşekan êrîşî bingehên rêjîma Sûryê û yên mîlîşyayên Îranî li parêzgeha Laziqiyê kirine, lê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon)ê ragihand, ku ti pêwendiya wê bi êrîşa şevê din re tine ye.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku, şevê din pêwendiya wê bi firokeyeke serbzaî ji corê (Il-20) re, li ser Derya Sipî qut bû û 14 serbaz di hindirê wê de bûn.

Li ser vê mijarê kenala CNN, ji ser zimanê jêderekî di rêveberiya Amerîkî de veguhestiye ku, hêzên berevaniya ezmanî yên Sûrî, dema ku li dijî êrîşa şevê din berevanî dikirin, bi şaşî li wê firokeya Rûsî dan û ew anîn xwarê.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin