Lavrov: Moskow biryara Esed bi erênî dibîne

Lavrov: Moskow biryara Esed bi erênî dibîne

Serokê Sûriyê Beşar Esed leborîna giştî ji bo leşkerên Sûriyê derxist. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew bi erênî biryara hikûmeta Sûriyê ya derbarê lêborîna giştî ya leşkeran de.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Slovakya di civîneke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, Moskow pêşwazî li biryara Serokê Sûriyê Beşar Esed ya di derbarê lêborîna giştî de dike, bi taybetî efûkirina leşkerên ku ji artêşê firar kirine.

 

Sergey Lavrov ragihand ku Moskow hewl dide ku rêveberiya Şamê gelek gavên wiha bavêje.

 

Lavrov wiha got: “Pirsa ku peywendiya xwe bi leborîna giştî ya leşkerên ji  artêşê reviyan bin  hebe, diyar e ev gav  bi armanca lihevkirineke niştimanî pêk tê, hatiyê danîn. Di heman demê ew gav ji bo wan penaberan ku dixwazin vegerine Sûriyê jî hatiye avêtin, lê herwiha jî bo koçberên navxwe ye û di vê çarçovê de jî em hewlên xwe bi wî rengî berfire dikin daku rêveberiya Sûriyê gavên bi wî rengî bavêjê ji ber ku pêştir derbarê wan mijaran de gelek gotin dihatin kirin.

 

Di derbarê biryara 10 de me gelek hevdîtin li gel rêveberiya Sûriyê kirin û me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir derbarê wê mijarê de li gel berpirsên Şamê hevdîtinan bikin û ew hevdîtin pêk hatin. Ez bawer dikim niha hemû pirsgirêk hatine çareserkirin .

 

Leşkerên reviyayî dikevin ber vê lêborînê

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed efûya giştî ji bo leşkerên Sûriyê derxist.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê efûya bo hemû leşkerên reviyayî, yan jî firar kirine yên li Sûriyê û li derveyî Sûriyê dimînin derxist.

 

Ew kesên ku berî roja  9ê Cohmeha 2018an,  ji  artêşa Sûriyê reviyane têne efûkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin