Kursîya Mafên Mirovan a Baroya Amedê daxuyanî da

Kursîya Mafên Mirovan a Baroya Amedê daxuyanî da

Kursîya Mafên Mirovan a Tahîr Elçîyî ya Baroya Amedê çalakîya xwe ya heftîya 172an kir. Nivîskarên Wşanxaneya J&Jyê jî bo piştgirîyê digel parêzerên Baroyê cihê xwe di daxuyanîyê da girt.

A+A-

Di daxuyanîyê da hat gotin ku digel ku 3 sal û nîv di ser kuştina Tahîr Elçîyî ra derbas bûye di dosyaya lêpirsînê da ti pêşveçûneke şênber û adil nehatîye bidestxistin

Di daxuyanîyê da dan zanîn ku tawanbarên qewî ku di raporta ji alîyê Zanîngeha Londonê va hatibû amadekirin da bi zelalî hatibûn destnîşankirin, digel dawaza me jî, ti kiryar nehatîye kirin û dosya bi wî awayî bo Tiba Edlî hatîye şandin.

Di daxuyanîyê da herwiha bale li ser girevên birçîbûnê jî hat kişandin û hat gotin ku girevên birçîbûnê hatîye asteke xeternak.

Herwiha di daxuyanîyê da Baroya Amedê bale kişand ser xwekuştinên di girtîgahan da û got cenazeyên wan girtîyan beyî ku malbata wan agahdar bikin ji alîyê polêsan va hatine revandin û dizîka hatine veşartin û ji bo dawîlêanîna grevên birçîbûnê gavên pêwîst divê bêne avêtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin