Kurê Wezîrê Cengê yê Komara Kurdistanê: Bavê min navê Pêşmerge derxist

Kurê Wezîrê Cengê yê Komara Kurdistanê: Bavê min navê Pêşmerge derxist

Mehmûd Axa Seyf Qazî niha li bajarê Hewlêrê dijî. Di bernameya Pencemor a Rûdaw TV de behsa hejmarek bûyerên dîrokî yên taybet bi malbata Qazîyan û Komara Kurdistanê ya bi paytextîya Mihabadê dike.

A+A-

Kurê herî biçûk ê Wezîrê Şer ê Komara Kurdistanê General Mihemed Hisên Xan Seyf Qazî yê bi navê Mehmûd Axa Seyf Qazî ragihand ku yekem car bavê wî peyva “Pêşmerge” bikar anîye.

Mehmûd Axa Seyf Qazî nevîyê helbestvanê Kurd Seyfulquzat e. Dayika wî ji malbata Qacarîyan e û keçmama Nasiredên Şahê Qacar e. Mehmûd Axa sala 1946an li bajarê Tewrêzê ji dayik bûye û qonaxên xwandinê li vî bajarî bi dawî kirîye û di warê endazyarîyê de diploma bidestxistîye.

Sala 1968an bi Şehên Xan Qasimzade re zewicî ye û 3 zarokên wan hene.

Mehmûd Axa Seyf Qazî niha li bajarê Hewlêrê dijî. Di bernameya Pencemor a Rûdaw TV de behsa hejmarek bûyerên dîrokî yên taybet bi malbata Qazîyan û Komara Kurdistanê ya bi paytextîya Mihabadê dike.

Mehmûd Axa Seyf Qazî dîyar kir Mele Mistefa Barzanî daxwaz ji bavê wî û Qazî Mihemed kirîye bi hev re herin Soyvetê, lê wan qebûl nekirine.

Mehmûd Axa da zanîn, ku bavê wî li dûv xwe gelek belge û nivîs hiştîne û niha kurê wî derbarê mezinên Kurdan de pirtûkekê dinivîse û cih dide wan belgeyan jî.

 

Rûdaw: Em ji malbata we dest pê bikin. Piranîya malbata we oldar bû?

Mehmûd Axa Qazî: Heta bavê min tevahîya malbata me oldar bûn û li medreseyan hatibûn perwerdekirin. Piştî bavê min, ji malbata me ti kesek oldar derneket. Lê malbata me malbeteke xwendevan bû. Ji malbata me çend helbestvan, nîgarkêş û sîyasetmedar derketine. Min jî li ser Komara Kurdî ya Mehabad û bavê xwe lêkolîn kir. Min gelek zanyarî ji pêşmergeyên ku di wê heyamê de ligel bavê min bûn wergirt. Minak Eyubî Axa yek ji wan kesan e ku derbarê wê heyamê de xwedî gelek agahîyan e, min tevahîya hûrgilîyên wê serdemê jê pirsîn. Min bi vî awayî derbarê malbata xwe de agahî berhev kirin.

Bapîrê we Seyfulquzat helbestvanek navdar bû. Tê gotin peywendîyên wî ligel Şah hebû...

Bapîrê min Seyfulquzat kesekî gelek dewlemend bû û dahata wî gelek zêde bû. Wî her dem alîkarîya kesên ku dixwestin xwendinê bikin dikir. Bi taybetî alîkarîya nivîskar û helbestvana dikir. Helbestvanên navdar ên bi navê Hêmin û Hêjdar jî di bîranînên xwe de behsa vê yekê dikin. Min nameya Şahê Îranê Şah Pehlewî ya ji bapîrê min re şandîye xwend. Şahê Îranê ji bo daweta kurê xwe, bavê min bo Tehranê vexwendîye. Nasnavê “Seyfulquzat” Şah Pehlewî li bavê bapîrê min kirîye. Herwiha li mirovekî dayîka min jî nasnanavê “Seyfululema” lê kirîye.

Bapîrê we kengê koça dawî kir?

Berî ku Komara Kurdî ya Mehabadê were damezrandin bapîrê min koça dawî kirîye.

Dema Komara Kurdistanê hatî damezrandin tu hebû?

Dema komara Kurdî hatî avakirin ez 1 an jî 3 mehî bûm.

Tê gotin ku bavê te nexwestîyê beşdarî avakirina Komara Kurdistanê bibe. Çima di destpêkê de nexwestîye beşdarî avakirina Komarê bibe?

Min pêştir jî got, bapîrê min gelek kesekî dewlemend bû. Ew xwedîyê du kerwanan bû. Wan kerwanan mal ji Myandaw û bo Merahê vediguhest. Rêyên bazirganî yên ji Merah heta Sablah (Mehabad) û ji wê derê heta Sayn Kalayê û Bokanê di bin kontrola bav û bapîrê min de bûn. Li ser wan rêyan Kerwan ji diz û çeteyan diparastin. Ji ber dewlemendîya bavê min ji wî re jî digotin Şah Hûsên. Bavê min ligel keçeke esilzade ya Kaçaran zewicî bû. Dayîka min ji bilî zimanê Azerî ti zimaneke din nedizanî. Ji ber ku ti kes nasnedikir bavê min digot eger ez bimirim kî dê li zarokên min xwedî derbikeve, lewma wî xwe tevlî sîyasetê nedikir. Lê bapîrê min ji destpêkê ve tevlî sîyasetê bibû. Ligel sîyasetmedarê naskirî yê Îranî Hîyabanî peywendîyên wî hebûn. Bapîrê min di rojnameyan de helbestên sîyasî jî dinivîsand.

Te got ku bavê te ji bo parastina rêyan xwedî hêzeke çekdar bû. Ew hêza çekdar, a dewletê bû?

Na, ne girêdayî dewletê bû. Ew zilamên bavê min bûn. Dewletê hinek pere dida, lê parastina rêyan di berpirsyarîya bavê min de bûn. Çimkî wê heyamê torên mezin ên dizî û grûpên çete hebûn. Di wê serdemê de serçeteyekî navdar ê bi navê Erbabî Melîkan hebû û wî rê li ber kerwanan digirt.

Tê gotin ku Qazî Miheme nekarîye bavê te razî bike. Kê bavê te razî kirîye ku ew tevlî damezrandina Komara Kurdistanê bibe?

Weke ez dizanim du caran bo hevdîtinê çûna ba bavê min. Cara yekemîn ew razî nekirine, lê di cara duyemîn de şêx û hinek kesên oldar çûna ba bavê min û ew razî kirine.

Rola şêxê Burhanîyan di vê yekê de hebû?

Bawerîya bav û bapîrê min bi şêxên Burhanîyan hebû. Heta ku navê min dema li Hanekanê re derbas dibû ji bo pişta wî nekeve alîyê Hanekayê heta rê bidawî dibû paşpaşkî dimeşîya.

Dayîka te çawa behsa bavê te dikir?

Dayîka min bo bavê min digot ku “di nav Kudan kesek weke wî nîne”. Dayîka min digot ew kesekî moder bû li malê tango dikir û wî herwiha zimanên Îngilîzî, Tirkî, Rusî û Farsî jî dizanî.

Herwiha bavê te balyozê Tebrîzê jî bûye. Li Tebrîzê balyozê kê bû?

Ew balyozê Komara Kurdistanê bû. Li Tebrîzê bavê min xwedî gotin bû, gelek kesan guhdarîya gotinên wî dikir. Ligel Serokê Neteweyî yê Komara Azerbaycanê Pîşewerî peywendîyên wî hebû. Pîşewerî gelek kes dane xatirê bavê min û ew îdam nekirine. Wî guhdarîya gotinên bavê min dikir, bavê min ji bo wî kesayetekî girîng bû.

Bavê te bû Wezîrê Şer ê Komara Kurdistanê. Çima ew kirin wezîrê şer?

Bavê min kesekî gelek bihêz û jîr bû. Gelek şervanên wî hebûn. Ji bo heyamekê bo fermandeyê Pêşmergeyên li Mehabadê û herwiha ji bo heyamekê bo fermandeyê Pêşmergeyên Mehabadê. Lewma ew kirin wezîrê şer.

Pêşerojekî serbazî ya bavê te hebû?

Di demekê de nameyek û wêneyek ket di destê min de. Di wî wêneyî de bavê min gelek ciwan xuya dibû. Li ser wêne nivîsên Rûsî hebûn. Bavê min di ciwanîya xwe de ligel leşkerên Rûs rahênana leşkerî bûye.

Bavê te li dûv xwe ti belgeyên nivîskî hiştîne?

Belê, bavê min li paş xwe gelek belge û nivîs hiştîne. Kurê min niha derbarê mezinên Kurdan de pirtûkekê dinivîse. Di pirtûka xwe de dê cih bide wan belgeyan jî. Helbestên ku bavê min ji keçek Azerî re nivîsandine û tevahîya helbestên bapîrê min di nav arşîva kurê min de bûn. Lê diz ket mala wî û li şûna per,  hinek ji wan belgeyan bi xwe re birine.

Peywendîyên bavê te ligel Azerîyan baş bûye. Dayîka te jî Azerî ye. Bingeha van peywendîyên ji kuderê tê?

Di wê heyamê de Azerbaycan herêmek pêşketî bû û li wê derê konsulxane û nûnertîyên welatan hebû. Bavê min jî gelek li Azerbaycanê maye û li wan deran gelek gerîyaye. Hevjîna wî ya yekem keça pêşengê Merexanên Kaçaran a Kelenterî bû. Bapîrê min jî du caran zewicîye. Yek ji wan Vecîya a Azerî ya Urmîyê bû. Hevjîna wî ya din jî navê wê Rubabe bû û xelka Tebrîzê bû. Ji ber bapîrê min peywendîya bavê min ligel Azerîyan hebûye.

Tê gotin ku peyva Pêşmerge yekem çayfiroşekî pêşnîyarê Qazî Mihemed kirîye, lê tu bi şêweyeke din behsa vê mijarî dikî. Çîroka vê çi ye?

Bêguman dibe ku kesên ji bavê min hez nekin hebin, lewma bixwazin wî biçûk bikin. Bi wê rast e, çayfiroşek beşdarî civînên dewletê bibe û navêkî pêşniryar bike? Ev tişt ji gotinên aqilane dûr in. Min çîroka rast a Pêşmerge ji devê Eyub Axa bihîstîye. Di wê heyamê de bavê min û Qazî Mihemed ligel Pîşewerî peymanek îmze kirine. Li gor wê peymanê li dibistanên Mehabadê ligel zimanê Kurdî dê perwerdeya bi zimanê Azerî jî hebe û herwiha li Tebrîzê jî ligel Azerî dê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe. Her li gor wê rêkevtinê axa heta Merahê dê di bin kontrola Kurdan de be û ji wê derê pê ve jî di bin kontrola Azerbaycanê de be.

Pîşewerî artêşek ava dike û li dijî Îranê şer dide destpêkirin û piştre jî dest didane li ser hinek herêman. Li gor rêkevtinê li kuderê şer hebe Kurd û Azerî dê alîkarîya hev bikin. Piştî ku artêşa Pîşewarî şerê Îranê dike, bavê min zilamên xwe bo alîkarîya Pîşewarî dişîne. Bavê min rojekê li sengerê şer serdana şervanên xwe dike û rewşa wan dipirse. Pêşmergeyên bavê min gilîyên artêşa Pîşewarî dikin. Ji bavê min re dibêjin ku “Azerî bi 2-3 hezar leşkeran şer nakin ew ditirsin. Em bi hejmarek kêm êrişê dikin û dema ku em dijmin têk dibin, leşkerên Azerî tên.” Bavê min jî wê demê dibêje hûn kirine Pêşmerge (kesên bo mirinê diçin). Ji niha şûnde ez jî dê ji we re bibêjim Pêşmerge. Bi vî awayî navê wan şervanan dibe Pêşmerge û piştre jî navê şervanên Kurd ên li Mehabadê dibe Pêşmerge.

Bavê te ti caran tevlî şer bûye?

Belê, bavê min bixwe tevlî şer bûye. Li Saqizê ligel Mele Mistefa Barzanî beşdarî şer bûye. Di vî şerî de Mele Mistefa Barzanî generalê bavê min bû û hejmarek pêşmergeyên di nav yekîneyên bavê min de şehîd bûne. Lê binkeya leşkerî ya li Saqizê dorpêç kirine û tevahîya leşkeran dîl girtine.

Tê gotin ku di navbera bavê te û Mele Mistefa Barzanî baş nebûye. Ev rast e?

Nexêr, ev yek rast nîne. Bavê min û Mele Mistefa Barzanî her tim ligel hev bûn. Wêneyên wan ên bi hev re hene. Mele Mistefa Barzanî xercîyên Pêşmerge ji bavê min werdigirt. Çimkî wê heyama samanên Komara Mehabadê nebû. Ti dewleteke alîkarîya Komara Kurdî ya Mehabadê nekirîye. Gelek nameyên generalên pilebilind ên Komara Kurdî li ba me hene. Ji bavê min daxwaza pere û çek dikin.

Hinek zanyarî hene ku dibêjin peywendîya eşîrên derdora Mehabadê hem ligel Komara Kurdistanê û hem ligel Îranê hebûye. Ev zanyarî rast in?

Belê, ev agahî rast in. Eger eşîran xîyanet nekiriba, Îranê nedikare were Sablahê. Axayên Dîmukrî yên li Bokanî bi eşkere peywendî ligel Pehlewîyan hevkarî hebûn.

Rêveberîya Komara Kurdistanê ji vê yekê agahdar bû?

Mixabin ne agahdar bûn.

Bavê te û Qazî Mihemed bi hev re diçin Tehranê. Armanca wan ji wê serdanê çi bû?

Bavê min û Qazî li Tehranê ligel Şah hevdîtin kirine û hinek daxwazên xwe pêşkeş kirine. Şah jî li hinek dezgehên fermî yên dewletî wergirtina cilûbergên Kurdî qebûl kirîye. Li wê derê xanîyek jî daye bavê min.

Çima daxwazê wan ên din nehatine qebûlkirin? Çima îdam ji wan re xwest?

Hinek daxwaz hatine qebûlkirin. Şah gotîye ku eger gule ji berdin dîsa wan îdam nekin. Efserê ku nameya Şah anîye dibêje ku Şahê Îranê, Qazî Mihemed, bavê min û hevalên wan efû kirine û name ji berpirsê Mehabadê re şandîye. Di nameyê de hate gotin ku wan azad bikin bila herin mala xwe. Lê ew berpirsê ku name wergirtîye ji efserê name birîye dibêje “tu îşev neçe binkeya leşkerî, here li otêlekê bibe mêvan û sibe were.” Efser dema ku roja paştir diçe dibîne ku hemû hatine îdamkirin. Tevî ku derbarê wan de biryara girtine nebû û Şah azadkirina wan xwestîye û jixwe wan jî şer nekiribû û çekên xwe danîbûn. Berî îdamkirinê berpirsên Kurd li Mizgefta Sor kom bûne û xelkê Mehabadê li dijî şer biryara xwe dane. Tenê Sala Axa xwestîye şer bike.  Eşîra Mangur jî li dijî şer derketîye. Wan soz ji hikûmeta wergertine. Li pişt îdamkirinê rîkeberîya di navbera nûnerê Îranê yê li Mehabad û Sedrî Qazî de heye. Sedrî Qazî wê heyemê parlamenterê Mehabadê ye û li wê derê ew nûnerê Îranê li hev nakin. Nûnerê Îranê dibêj eger ez nemirim ez dê îdama we bibînim.

Qazî Mihemed û bavê te çima di wê heyamaê de liel Mele Mistefa Barzanî neçûn Sovyetê?

Di heyamê de bavê min û Qazî Mihemed dest ji çek berdidin lê Mele Mistefa Barzanî dest ji çekê bernade. Ew ligel bavê min û Qazî Mihemed bangê Mele Mistefa Barzanî jî dikin ku here Tehranê. Dayîka min wiha behsa wê serdemê dike; Mele Mistefa hate mala me û ji bavê min re gotîye “hûn çi bikin ew dê dawîyê de we bikujin. Werin em bi hev re herin Soyvetê.” Bavê min jî gotîye “ez Qazî Mihemed bi tenê nahêlim. Min soz daye heta mirinê ez dê ligel wî bimînim. Eger Qazî were ez jî dê werim.”

Mele Mistefa Barzanî ev mijar ligel Qazî Mihemed gotûbêj kirîye?

Belê, ew li ser vê mijarê axivîne. Qazî Mihemed jî gotîye “min soz daye gelê xwe ez dê wan bi tenê nehêlim.”

Baş e, ji ber çi hatin darizandin?

Efserê bavê min û Qazî Mihemed dadgeh dike wiha dibêje “ez carekê hatim li ser hemdê xwe min dît ku Mihemed Hûsên Xanî Seyfî Qazî me dadgeh dike. Hûn kî ne? Zimanê we, çanda we û cilûbergên we ji yên me cudatir in.  Hûn çima hatin vê derê? Hûn çima derbarê me de lêpirsînê dikin?” Tawanê wan ê herî mezin çek dane Mele Mistefa Barzanî ku li dijî Îran û Iraqê şer bike. Herwiha ji wan re bûne alîkar ku herin Sovyetê.

Berî bavê te were îdamkirin wesîyeteke wî hebû?

Belê, wesîyete xwe ji dayîka min re nivîsandibû. Gotibû hemû deynê min bidin û kî alîkarîyê bixwaze alîkarîya bikini û zarokên min bibin Ewropayê. Herwiha wesîyetnameyeke sîyasî jî heye.

Baş e çi daxwazên wî hebûn?

Belê rast e, berî were îdamkirin ji pirsînê daxwaza te ya herî dawîyê çîye? Wî jî gotîye “dema hûn min îdam bikin çavên min negirin.” Efserê ew îdam kirîye jê pirsîye çima. Wî jî gotîye “ev daxwaza min a dawîyê ye, ez dixwazim bibînim ku serê we li ber lingê min in. Ez dixwazim bibînim ku hûn çend ji me ditirsin.” Wî leşkerî di rojnivîska xwe de wiha nivîsandîye; “me gelek kesên wêrek bidarvekirin û em li hemberî wan bêziman bûn.” Tayê bavê min bi tê bidarvekirin diqete. Bavê min wê demê dibêje ji şahê xwe bibêjin dewleta we jî weke vî tayî lawaz e.

We xwestîye bi rêya efserekî ji Tehranê hinek belgeyên wê heyamê werbigirî. Çima hûn serneketin?

Belê, rast e me bi pirsyaran fermandeyê manga îdamê yê Meydana Çarçirayê dît. Kurê min ligel wî axivî. Ligel wî derbarê kesên hatine îdamkirin û Mele Mistefa Barzanî de belgeyên girîng hebûn. Lê got divê hûn werin Tehranê. Em piştî sê mehan çûn wê navnîşanê. Wê rojê tezîya wî hatibû danîn. Piştî teyzîyê em ligel malbata wî axivîn. Me behsa rewşê kir. Ji me re gotin wî hinek belge ji arşîve derxistine lê ji me re negotine bidin kê, lewma wan jî belge radestî me nekirin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin