Kurdistanê bersiva Ebadî da: Hûn biryara dorpêçê hilweşînin!

Kurdistanê bersiva Ebadî da: Hûn biryara dorpêçê hilweşînin!

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî ku gotibû biryara Dadgehê qebûl bikin û referandûmê hilweşînin da. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hemû rêkarên li dijî herêma Kurdistanê werin hilweşandin.

A+A-

Sefîn Dizeyîyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da.

Dizeyî, di malperê de li hemberî biryarên neadil derket û xwest ku hemû biryarên wekî; kêmkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê, cezakirina nûnerên Herêma Kurdistanê li parlamentoya Iraqê, daxistina balafirxane û hemû ew biryarên din ku roja 27.09.2017ê, yên berî biryara dadgeha federalî jî, weke reaksiyon ji aliyê parlamnetoya Iraqê ve li dijî xelk û Herêma Kurdistanê hatine dayîn, bên hilweşandin.

Dizeyî her wiha bale kişand mafên destûrî yên Pêşmergeyê û got "Pêşmerge hêzeke ku destûra Iraqê îtîraf pê kiriye. Pêşmergeyê Kurdistan, digel hêzên din yên Iraqê, di parastina welêt û têkşikandina DAÎŞê û bi taybetî di operasyona azadkirina Mûsilê de, roleke sereke lîst. Eger pêşmerge nebûya, di şerê dijî DAÎŞê de, Kerkûk jî û gelek deverên din wekî Mûsilê ji dest diçûn. Pêşmerge di cenga dijî DAÎŞê de 1.602 şehîd, 10.233 birîndar û 62 windabûyî heye. Civaka navdewletî û şexsê birêz Ebadî jî çend caran pesina rola hevkarî, piştevanî û hevahengiya pêşmerge digel arteşa Iraqê kiriye, divê hemû alî her bi vî awayî li pêşmerge binêrin û mafên destûrî yên pêşmerge dabîn bikin. Mixabin heta niha hikûmeta federal tu salekê miaşê pêşmerge nedaye, her çiqas, li gor destûrê pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya Iraqê û divê mişa û şayîsteyên darayî ji aliyê hikûmeta federal ve bên dabîn kirin."

Her wiha Dizeyî bibîrxist ku Iraq, pirsa mûçeyan cidî nagire û ne amade ye bide û dom kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim tekîd kiriye ku amade ye di vî warî de hevahengiya pêwîst bike, lê di rastiyê de hikûmeta federala Iraqê di warê praktîkê de gaveke bi tenê jî neavêtiye, heta ew ne amade ne lîsta Biometry ya miaşgirên Herêma Kurdistanê werbigire, ji ber vê yekê êdî xelkê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku pirsa hinartina miaş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, pirsek ne cidî ye, lê ew bi tenê gotinin û ne tiştekî din."

Dizeyî di heman demê de li hember binavkirina herêmê wek ‘wilayetên bakûr’ bo Kurdistana Federal derket û got ev binavkirin binpêkirina Destûra Iraqê ye û wisa pê de çû: "Binavkirina Herêma Kurdistanê bi Wîlayetên Bakur yan bi her navekî din yê çêkirî, bi eşkereyî binpêkirina destûra Iraqê ye û herêma Kurdistanê red dike, gelê Kurdistanê jî bi hemû alî û pêkhateyan ve, li ser parastina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê hevdeng in."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin