Kurdistan: Cîgirên Serokên AKPê yên navçeyên Qelqelî û Licê hatin kuştin!

Kurdistan: Cîgirên Serokên AKPê yên navçeyên Qelqelî û Licê hatin kuştin!

Li ser van kuştinan li Licê û Qelqelîyê gelek kes hatin desteserkirin.

A+A-

Hat ragahandin ku di saet 22.30ê 1ê tîrmehê de grûbeke çekdar Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Qelqelî(Ozalp) ya Wanê Aydin Ahi revandinê û piştî demekê ew li taxa Şemsedin a navçeyê, bi awayeke birîndar hatiye dîtin û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxanyê lê li wir ew jiyana xwe ji dest daye.

Di 9ê Cotmeha 2016ê de jî dîsa Cîgirê Serokê AKPê yê heman navçeyê Aydin Muştu hatibû kuştin.

Herwiha di 30î Hezîranê de saet di 23.00 şavê de Cîgirê Serokê AKPê yê navçeya Lice ya Diyarbekirê Orhan Mercan jî li ber mala xwe hatibû kuştin.

Li ser van kuştinan li Licê û Qelqelîyê gelek kes hatin desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin