Kurdên Swêdê Îran şermezar kir

Kurdên Swêdê Îran şermezar kir

îro 12ê Îlonê, kurdên li Stockholma paytexta Swêdê, li Mynttorgetê, bo şermezarkirina êrîşên Îranê yên li dijî HDK û PDKÎ û herwiha darvekirina sê ciwanên kurd, hatin cem hev û Îran protesto kirin.

A+A-

Rûpela Nû/SwêdÎro mîtingek girseyî  li ber parlementoya Swêdê li Stockholmê  pêk hat
Mîtîng ji bo rûreşkirina bûyerên dawî yên rejîma îslam ya Îranê li dar ket. Wek tê zanîn, heftiya çû rejîma Îranê sê xortên kurd ku hemû dunya li himber derket,  îdam kiribûn, her weha dawiya heftiyê êrîşek terorîst, di gel hemû peymanên navnetewî yên heyî, êrîş birin ser hêzên kurd li navçeya Koyê li başûrê Kurdistanê ser bergeha PDK, PDKI.
Di vê êrîşê de çekên imhakar bikaranîn û di encamê de nêzî 16 kes şehîd bûn û 40 kes birîndar bûn.
Mîtîng ji alîyê Federasyona Komeleyê Kurd li Swêdê, Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêdê, Navenda Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Rojhilatê Kurdistanê, hatibû amadekirin.

Mîtîngê bi sirûda Kurdistanê  Ey Reqîb destpêkir û dengê sirûdê Stockholm hejand. Serokê Federasyonê  û gelek kesên din axaftin  kirin, gelek parlementerên kurd yên di partiyên siyasî yên Swêdî de ne,  beşdar bûn û axaftin kirin. Hemuyan jî rejîma îranê rûreş kirin û  daxwaz kirin ku hukumeta Swedê bêdeng nemine. Nasir Rezazî sirûda li ser cangoriyên Kurdistanê got. Mîtîng girseyî bû, zêdetirî hezar kesî beşdar bûn.

Di çalakiyê de zêdeyî hezar kes kom bûn. Parlamenterên kurd ên parlamentoya Swêdê jî li qada xwepêşandanê de amade bûn, kiryarên Îranê rûreş kirin û daxwaz ji parlamenterên Swêdî kirin ku li hember kiryarên Îranê bêdeng nemînin.

swêd-1.jpgswêd-2.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin