Kurdên Rojavayê Kurdistanê êdî dikarin ji Hikûmeta Kurdistanê vîzeyê bistînin

Kurdên Rojavayê Kurdistanê êdî dikarin ji Hikûmeta Kurdistanê vîzeyê bistînin

.

A+A-

 Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî ji bo wergirtina vîzeyan ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li derveyî welat in eşkere kir: “Ji îro pêve Kurdên me yên Rojava dikarin bi rêya online û bi rêya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vîzeyê bixwazin.”

Babkeyî herwiha diyar kir ku bi wan kompaniyên ku ji bo vîzeyê 300-400 euro dixwazin serederî nekin û vîze ji wan wernegirin.

Rêbwar Babkeyî di bultena K24ê de derbarê mijarê de bersiva pirsên Cemal Batun da û ragihand: “Îro gotûbêjeke me hebû ligel Birêz Wezîrê Navxwe, me ew mêvan kiribû ji bo komîteya me peywendiyên derve yên rewenda Kurdistanî. Yek ji wan mijarên girîng ku me bal kişande ser, me bi têr û tije behsa wê kir; ji kêşe û arîşeya vîzeya Kurdên me yên Rojava pêk dihat, bi taybetî jî Kurdên me yên li derveyî welat niştecî ne, bo nimûne wek Almanya û Ewropa. Berî demekê daxwaz û gilî û gazindên wan gihîştin komîteya me, me jî soz dabû wan ku em ligel Wezîrê Navxwe vê arîşeyê ji bo wan çareser bikin.”

Rêbwar Babkeyî got: “Arîşe jî bi vî rengî bû; xelkê me yê li derve, Kurdên me yên Rojava yên li derve, diyar e meseleya standina vîzeya Kurdistanê, ji bo wê yekê ku him serdana Kurdistanê bikin û him jî Kurdistan cihek bibe ji bo ku serdana Rojavayê Kurdistanê jî bikin bi rêya deriyê Pêşxabûr. Me jî ev mijar ligel Birêz Wezîrê Navxwe behs kir û me pêdagirî li ser wê yekê kir ku divê hêsankariyên vîzeyê ji bo Kurdên me yên Rojava bêne kirin.”

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir: “Birêz Wezîrê Navxwe soz da me ku ew ê vê babetê çareser bikin û behsa wê yekê jî kir ku Kurdên Rojava rêzeke wan a mezin heye li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan hêsankarî di hinek aliyan de kirine, behsa wê yekê jî kir ku pirsa vîzeyê dê di nêzîktirîn dem de ji bo wan çareser bikin.”

Rêbwar Babkeyî da zanîn: “Wezîrê Naxwe behsa wê yekê kir ku piştî du mehan sîstemeke nû ji bo vîzeyan li Kurdistanê bi giştî dê were çêkirin, ku sîstema elektronîk e.”

Babkeyî ragihand: “Ji îro pê ve Kurdên me yên Rojava dikarin bi rêya online û bi rêya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vîzeyê bixwazin.”

Rêbwar Babkayî herwiha bang li Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li derveyî welat kir ku ji kompaniyên ku ji wan ji bo vîzeyê pere dixwazin vîze wernegirin û wiha axivî:

“Ji wan kompaniyên ku ji bo vîzeyê 300-400 euro dixwazin serederî nekin. Çimkî kompaniyên ku vîzeyê difiroşin xelkê me yê li derve, Kurdên me yên Rojava, xelkê din jî, tenê heqê wan heye 35 dolar werbigrin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rusumata vîzeyê 100 hezar dînar distîne. Hinek ji wan kompaniyan, bi xwe vîze kirrîne, heqê wan heye wan vîzeyan bifiroşin û heqê wan heye ku tenê 35 dolar li ser wê 100 hezar dînarê zêde bikin. Em dikarin bibêjin ku tenê 135 dolar heqê vîzeyekê ye ku kompaniyek bikare bi rêyeke rewa û yasayî bifiroşe xelkê me yê li derve. Lê zêdetirî 135 dolar, ne yasayî ye û ev diçe çarçoveya bazara reş.”

Babkeyî di dawiyê de got: “Her Kurdekî me li derve, Kurdên Rojava bin, Kurdên din bin, dema daxwaz bikin ku bêne Kurdistanê, eger muameleyeke bi vî rengî çêbibe li ser hinek kompanya, hinek simsar ku 300-400 euro ji wan standibin, ez dixwazim navên wan kompaniyan ji bo me bişînin, çimkî me soz dabû ku em ligel Wezîrê Navxwe axivîne û me gotiye ku ev nav û kompanya divê rêkarên yasayî li hember wan bikin.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin