Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin

Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin

.

A+A-

Li Amedê Abdullah Şaylemez ê ku Gulistan Şaylemez li navrasta kuçeyê kuşt hat girtin. 

Di 15’ê sibatê de li semta Çamlica ya Amedê Abdullah Şaylemez (28) li naverasta kuçeya li hemberî Edliyeya Amedê xwişka xwe Gulistan Şaylemez (37) kuştibû. Kujer Abdullah Şaylemez ê piştî bûyerê hat binçavkirin sewqî edliyê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 

 
Gulistan Şaylemez di 2014’an de dizewice û ji ber vê yekê jî li Elmanyayê bi cih dibe. Piştî salekê ji berk u wê û hevjînê xwe li hev nekir dev ji hev berdan. Şaylemez beriya bi çend mehan ji Elmanya vegeriya Amedê û xwest li vir jiyan bike. Lê malbata wê li pey hev zextan lê kir û gefan lê xwar. Şaylemez du caran derbarê bav û kekê xwe de gilî dike. 10 roj berî were qetilkirin jî diçe navenda polîsan û giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û nasê xwe Adil S. dike. 
 
Gulistan Şaylemez a bi gefan re rûbirû mabû, ji saziyên fermî xwest were parastin û ji ber van saziyan wezîfeya xwe pêk neanî, Şaylemez pêr êvarê ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ê di 11’ê sibatê de ji Elmanya hat Amedê li naverasta kuçeyê hat qetilkirin. 
 
CENAZE HÊJ LI MORGÊ YE

 
Li aliyê din hat zanîn ku cenazeyê Şaylemez hêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî tê ragirtin û tevî ku du roj di ser de derbas bûne jî heta niha ji bo wergirtina cenaze kesî serî li nexweşxaneyê nedaye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin