Krîza aborî bandor li ser gund û bajarên biçûk jî kiriye

Krîza aborî bandor li ser gund û bajarên biçûk jî kiriye

.

A+A-

Qeyrana aborî û bihabûna dolar ne tenê li bajarên mezinê lê li gund û bajarên biçûk jî jiyana xelkê xistiye metirsiyê. Li Agiriyê û gundên wê xelk fikara wê dikêşe da ku ew dê birçî bimînin. Agirî di lîsteya dahata salane de di rêza dawîn de cîh digire û debara bajêr bi temamî li ser cotkarî û sewalgeriyê ye. Lê bihabûna li herdu qadan jî qelk bêzar kiriye. Tevî ku berê herî kêm gundiyan ji qeyranên aborî xisar didîtin, niha ferqa wan ji bajariyan nema ye.

Apê Mehmûd ku li navçeya Zêdka ya Agiriyê ji bav û kalan ve şivantî û sewalgeriyê dike berê keriyê xwe da ye malê û bi gavên sist û fikarên zêde li zivistana Serhedê difikire. 

Tevî ku li çiyan berfe li deştê jî çêre nemaye Mahmût Yazicî hêj keriyê xwe dibe çêrandine. Tonek ka bûye hezar û 500 , tûrek alif jî bûye 300 lîre. Apê Mehmûd neçar e tenê danekî êm bide kerî. Qeyrana aborî ku her tim herî kêm bandor li gundiyan dikir, niha ferqa wan ji ya bajarên mezin nehiştiye.

Şivan Mahmût Yazici got: “Ez 61 salî me û ji 9 saliya xwe ve vî îşî dikim. Bavê me jî dikir. Wele gi zirar e. Em ji binê wê dernayên, kîloya kayê yek  û nîv e, kîloya kesê 2 lîre ye. Balya giya bûye 50 lîre. Çêre jî nîn e. Ji xwe hişkesalî heye. Em jî ditirsin bê ka em çawa xwedîkin û derxin biharê. Delet jî alîkariyê nade.”

Ew tabelaya ku reqemên li serê kêlî bi kêlî diguhirin jiyana xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xistiye bin metirsiyeke mezin. Lê vê carê bandora qeyranê ne tenê li bajarên mezin, lê li bajarên biçûk jî xelk xistiye zehmetiyek mezin. Li Agiriyê ku li gor TUIKê di sala 2021an de dahata herî kêm li vî bajarî hatiye tomarkirin, xelk metirsiya wê yekê dikêşe bê ka çawa dê karibin xwe bigihînin biharê.

Welatiyê bi navê Mistefa jî dibêje: “Destê min de pere nîn e kar nîn e û ez ji xwe re li sûkê digerim. Nîn e ku herîm li derekê rûnim. Dewarê min nîn e pezek min nîn e. Ez nikarim 5 kîlo şekir bibim mala xwe. Kar nîn e kar nîn e. Dolar derdixin derdixin û emê bi ser serî herin.”

Welatî Xatûn jî got:”Mêrê min xwe kuşt, gedê min xwe kuşt û xaniyê min nîn e. Teseliya xeniyekî nîn e. Xelk bi xêra xwe sedeqeyan dide min.”

Welatî Ahmet Yakûp jî wiha axivî: “Ez bixwe li Ewropa dimînim, ez dema ez ji wir têm û li heyata vir dinêrim ez bawer nakim. Jiyana vir bûye zindan. Mêrik nikare du nanên tisî bikire. Her tişt xilas bûye. Tiştek nîn e xelk destê xwe bavêje. Mêrikekî nan kirîbû, digot mizginiya min li we min îro du panot kar kiriye siba nan 5 panot e.”

Li vî bajarî îsal dahata her kesekî bûye 16 hezar û 727 lîre. Wate her kesek ku li Agiriyê dijî neçar maye ku 365 rojên xwe bi vî pereyî derbas bike. Debara bajêr tenê li ser cotkarî û sewalgeriyê ye. Pîşesazî û bazirganî li bajêr nîn e. Di nava du salan de zêdeyî hezar û 600 esnafan îflas kirine. Mesrefên cotkariyê jî pişta xelkê qurifandine.

Rûdaw

Ev nûçe 235 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin