Konsulê Amerîkayê: Iraq û Efxanistan wek erd û ezman ji hev cuda ne

Konsulê Amerîkayê: Iraq û Efxanistan wek erd û ezman ji hev cuda ne

.

A+A-

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino diyar kir ku rewşa Iraqê û ya ku li Efxanistanê wek erd û ezman ji hev cuda ne û Amerîka girîngiyeke taybet dide Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino ji rojnamevanan re axivî û nîgeraniya derbarê piştî vekişîna leşkerên Amerîkî ji Efxanistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê nirxand.

Robert Palladino ji rojnamevanan re bi Kurdî got "hûn bi xêr hatin" û wiha pê de çû: "Gava ku em li bûyerên Efxanistanê dinêrin, ez dibînim ku gel bi fikar e. Gelek kes ji min dipirsîn gelo Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê bimîne? Ez jî dibêjim Amerîka dê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne.”

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, hêzên Talîbanê li wî welatî di demek kurt de bû serdest, ev yek jî li ba hin aliyên li Iraq û Herêma Kurdistanê bû sedema nîgeraniyê.

Palladino tekez kir ku Amerîka dê li Iraqê bimîne û got, “Rewşa Efxanistanê û rewşa Iraqê ji hev cuda ne. mîna ku di gotinek ku em li Amerîkayê pir caran bikar tînin; hûn nikarin sêv û pirteqalan tevlîhev bikin. Di kurdî de, ev vegotin di nav mirovan de pir caran wekî 'cûdahiya erd û ezman' tê bikar anîn.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê diyar kir ku peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re pir alî ne û got, "Têkiliyên dîplomatîk ên her welatekî cûda ne, hemî welat têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên xwe çêdikin. Berdewamiya peywendiyan hem di berjewendiya Amerîka û hem di berjewendiyên Iraqê de ye.”

Palladino sozên Serokê Aemrîkayê Joe Biden di Tîrmeha borî de ji bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dabûn bi bîr xist û got: “Sozên Serok Biden pir girîng in. Aramiya Iraqê ji bo aramiya tevahiya herêmê girîng e. Biden girîngiya Iraq û Herêma Kurdistanê baş dizane.”

Derbarê biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê de jî, Palladino got, "Tiştê ku dê heya dawiya îsal biqewime ji veguherîna rola şerker a hêzên Amerîkî pêk tê. Tenê ev guhertin dibe.”

Palladino diyar kir ku erkê leşkerên Amerîkayê guheriye û got, "Em di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de, li ser vexwendinê Iraqê, ji bo rahênan û şêwirmendiya serbazî pêşkeşî Pêşmerge û hêzên Iraqî bikin li vir dimînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin