Kongreya "Netewî "

Kongreya "Netewî "

Zeynel Abidîn

A+A-

Kongreya "Netewî "

Kongreya  "Netewî " ya ku bi israreke ecêb û bi pîlangêriyeke dizî dihête pêshxistin eslen kemîn e û texîrkirina biryara serxwebûnê jî xeter e...

Çawa û çima?

Beşîkçî xoce van rojan nivîseke pir xweş weşand. Hem di derbarê pêşniyaza Kongreya "Netewî" de got ku "ev yek jiber gelek sedeman bê wate ye" û hem jî diyar kir ku "êdî serxwebûn nehête texîrkirin."

Beşîkçî sedema yekem wisa diyar kir ku eger armanca dewleteke serbixwe nebe û yekîtiyeke li ser vê mînvalê pêk neyê, ew pêşniyaz bê wate ye. Ez jî tevlî Beşîkcî xoce dibim, gotina wî rast e, lê kêm e jî.

Kongreya "Netewî" hem bê wate ye û hem jî kemîn e. Jiber ku Kongreya Netewî eger serxwebûnê ji xwe re neke hedef û bilekîs dijî dewleta netewî be, ew Konreya "Netewî" nabe, Kongreya dij-Netewî dibe. Kongreyeke dij-netewî jî ne bi tenê bê wate ye, di heman demê de zirar e, kemîn e.

Bo mînak, îro di nav gelê Başûr de û hem jî di hejmara nûnerên Parlemantoya Kurdistanê de eger hilbijardinekê bihête kirin, biryara serxwebûnê yeqîn bi piraniyeke mezin dihête qebûl kirin. Lê kongreya ku ji aliyê hizb û hêzên dij-serxwebûnê hatiye dagirkirin wê biryara statûya dagirkeriyê bide pesend kirin ûpaş3e jî "prosesa serxwebûnê" têk biçe. Jiber ku Barzanî û PDK û çend kesayet û hizbên zeyîf di wê kongreya bi pîlangêrî (bi kemîn) de wê tenê bimînin.

Berî her tiştî Kongreya Netewî ya rast û dirûst bi armanca bidestxistina mafê çarenûsî ya miletekî dihête avakirin. Di hemî miletan de wisa qewimiye. Mafê çarenûsî berî her tiştî îradeyeke siyasî ye, yanê dewleteke serbixwe ye. Eger di destpêkê de hûn bêjin "em dij dewleta netewî ne, dij serxwebûnê ne, nizanim, şerê 3. ya dunyayê derdikeve, na dewleta netewî koletî ye, filan û bêvan..." yanê ew qas hincetên bêserûber bikin û bes bixwezin ku miletê we nebe xwedî dewleteke serbixwe û di ser de jî, dij vê prosesê derkevin, armanca wê kongreyê êdî ne armanca wî miletî ye; armanca hêzên dij dewleta Kurd dikeve pêş û ew kongre jî dibe ya hêzên biyanî. 

Di dunyayê ye de mînakeke wisa tune ye ku hûn berê bêjin "dewleta netewî ji bo Kurdan ne baş e" û heta hûn bêjin, "em dijî parçebûna dewletên tirk û ereb û faris in" û paşe jî di kongreyeke "netewî" de israr bikin. Ne bi tenê zarok, cûcik jî ji mirov re dikenin. 

Jiber vê yekê, ez dîsa pêşniyaza birêz Beşîkçî dubare dikim, divê rojekê berî serxwebûna başûrê Kurdistanê bihête îlan kirin; paşê kî çi dixweze biçin û li dewleta Kurd serî lêdin û daxweza xwe ragîhinin. Wek her dewlet, Dewleta Başûrê Kurdistana Serbixwe jî ji bo yekîtiya miletê Kurd çi pêdivî be, wê bike, alîkar be. Dewletên di dema şerê 2. ya dunyayê de avabûnê, hemî jî bi parçetî avabûne û paşê bûne yek. Wîetnam, dewletên Balkan, Qefqas, Sovyêt, Afrîka û heta hin dewletên Awrûpa jî wisa bûne. 
Mereq dikim, çima rêbaza ku dunya pêk dihîne û bûye kevneşopiya avabûna dewletan, ji bo Kurdan jî nahête pêşniyazkirin?

Çima rêbazên wisa dihêtin gotin ku hîna di dîroka mirovayetiyê de ev yek pêk nehatiye?

Jiber ku ew hêzên ku ji bo Kongreya "Netewî" wisa israr dikin, vê kongreyê bes wek hacêteke ku astengî li ber prosesa serxwebûna başûrê Kurdistanê çê bikin dixebitin û di vî karî de mixabin di bin îradeya dewletên herêm yên ku ew di heman demê de dagirkerên Kurdistanê ne tev digerin.

Tiştekî ecêb, sêyr û heta bixwezî bi xeter e, ku di dîroka miletan de nehatiye dîtin ku partiyên miletekî bibin yek û li dij serxwebûna miletê xwe kemîneke wisa îcat bikin.

Divê birêz Barzanî, PDK, Hikûmeta Kurdistanê û her Kurdek dilsoz hişiyar bin û ti caran tenazûla li ber vê kemînê nekin û "serxwebûn heman niha" bêjin. Ev gotin xwediyên xwe têxe asîmanê dîroka miletê Kurd û bi herfên zêrîn nav û nîşaneke rûmet û xîretê bide nivîsandin.

Xwediyên hezar lêyîstik û kemînên neyar û dagirkeran jî di nav xweliyên dîrokê de reş reş biweşin û herin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin