Komîsyona Jinan a PAKê: Em Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan Rawestin

Komîsyona Jinan a PAKê: Em Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan Rawestin

.

A+A-

Komîsyona Jinan a PAKê: Em Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan Rawestin

Komîsyona Jinan a PAKê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

“Di daxuyaniya Komîsyona Jinan a PAKê de wiha hat gotin:

Sal, 1960…Cih, Komara Domînîkê…

3 xwikşên hev; Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa, digel mêrên xwe li dij dîktatorîya Rafael Trujîlloyî serî rakirin û Patrîa, bo vê hilkeftê, di Hezîrana sala 1960an da, Tevgera Clandestînê da destpêkirin û xwişkên din jî tevlî tevgerê bûn. Rastî gelek tadeyan hatin, hatin zindanîkirin. Wisa bû ku, meha Mijdarê Trujîlloyî li xwe mikûr hat; ev tevger yek ji xeterîyên sereke ye li hember dîktatorîya wî.

Di 25ê Mijdara 1960î da 3 xwişkan,jiyana xwe ji dest dan.Hatibû ragihandin ku bi qezaya trafîkê can dane, lê rastî derketibû holê: Destdirêjî li wan hatibû kirin, dûre jî hatibûn terorkirin! Bes tevgera wan kir ku, piştî salekê, dîktatorîya Trujîlloyî, birûxe!

Belê, rejima Trujîlloyî ev kuştin; lê ew di rêya mafê mirovan da û bi taybet bo tevgera azadîya jinan, bûn sembol.

Bi vê hilkeftê, di sala 1999an de, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve, 25ê Mijdarê weke“Roja Navneteweyî ya Piştgirî û Têkoşîna li dijî Tûndîtîya li Hember Jinan” hatedestnîşankirin.

Tundîtîya(şîdeta) li hember jinan, ev cure tundîtî ye ku, di nav civakê de yan di nav malê de, jin bi awayekî fizîkî, zayendî an derûnî, rastî gefan û zexm û zordarîyan tên an azadîya wan tê astengkirin.

Weke li her deverên ku çanda mêrparêz lê serdest e, mixabin li her çar perçeyên Kurdistanê jî, jinên kurd û Kurdistanê, rastî tûndûtûjîyan tên; têne kuştin, destdirêjî li wan tê kirin, bi şêwazên curbecur azadîya wan rastî astengîyan tên. Çi li nav malê, çi li kargehan,çi li zikakan, li zanîngehan û hwd.

Divê meriv çavê xwe lê negire ku li gor rapora Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji 25ê Mijdara par heta 25ê Mijdara îsal, 179 jin, rastî tundîtîyê hatine. 42 jin hatine kuştin, 34 jinan xwestine xwe bikujin, 33 ji wan can dane. Herwiha 35 jin jî bi awayekî gumanbar, mirî hatine dîtin.

Ev îstatîstîk, bîlançoyeke giran radixe ber çavan ku divê qet neyê qebûlkirin. Em tevde dizanin, polîtîkaya heyî ku bi hincetên eletewş, tundîtîya li hember jinan, kujer û tecawizkaran bê ceza dihêle û li şûna ku Peymannameya Stenbolê bicih bîne, dike ku wê ji holê rake, ji vê bîlançoyê berpirsîyar e.

Û herwiha, jinên kurd, ne tenê ji alîyê mêrên nas û dost û xizmên xwe ve, di eslê xwe de eve bi dehan salan e ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve rastî tundûtûjîya mîlîtarîst, cinsî ,şowen tên. Heke tundîtîya li ser jinan polîtîk be, tundîtîya li ser jinên kurd ên ku wek millet zimanê wî, hebûna wî û hemû mafên wî yên netewî, demokratîk tune hatine hesibandin û tundîya li ser jinên Kurdistanê, sed qetî polîtîktir e ku lihem berderketineka xurt jê re divêt.

Em Weke Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK), bangî hemû kesên Kurd û Kurdistanê û cîhanê dikin ku, li hemû qada jîyanê, bi dengekî berz li dijî şîdet û destdirêjî yên cinsî derkevin.”

25.11.2020

Komîsyona Jinan a PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin