Kiliçdaroglu serdana Roboskiyê kir

Kiliçdaroglu serdana Roboskiyê kir

.

A+A-

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro 4ê Tebaxê bi navê ‘Helalî Xwestinê’ serdana gundê Roboskê yê navçeya Qilaban a Şirnexê kir ku 28ê Kanûna 2011an bi bombardimana balafirên Tirk 34 welatî hatibûn komkujkirin.

Kilicdaroglu piştî serdana malbatên Roboskê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser bûyera komkujiya Roboskê û got: “Hîn êşa wê bidawî nebûye. Heger edalet were welat lazime ew êş bê bidawîkirin. Pêwîste edalet bicih were û bûyer bê ronîkirin. Encex piştî ronîkirina bûyerê helalîxwestin pêk were.”

Serokê CHPê herwiha got ku ew dê edaletê bicih werînin û ew erka wan e û wiha axivî: “Heger hûn edaletê pêk bînin, hûnê di nav civakê de hevdu hembêzkirin, aramî û aştiyê jî pêk bînîn. Derveyî wê êş û agirê dilê dayikan venamire û wê venemire.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin