Kewê ribat û şahê dengbêjan: Şakiro

Kewê ribat û şahê dengbêjan: Şakiro

Dengbêj, kanîya zimanê kurdî. Afirînerê vegotina bi peyv û hevokên xemilandî. Deng û awazên evîna ji kûrahîya dil. Pesindarê mêranî û mêrxasîya li qada şer. Gotarvanê destanên li ser serhiladanên azadîyê. Vebêjerê êş û jana xizanîyê û koçberîyê ye.

A+A-

İkram Oguz ikramoguz@gmail.com

Li deşta Kela Xinûsê Mîrê Dengbêjan Resoyê Gopalan. Li seranserê Serhedê Kewê Ribat û Şahê Dengbêjan Şakiro bixwe ye. Dengbêj, di jîyana xwe da koçber, bi deng û awazên xwe xemla jîyana civakê yê. Koçberî û xizanî qedera dengbêj e. Jîyana Kewê Ribat Şakiro jî bi xizanî û koçberîyê derbas dibe. Koçberîya wî ji dema zarokatîya wî da û di nav gundên herêma Serhedê da dest pê dike, di dawîya emrê wî da li bajarên dûr û li xerîbîyê didome.

Dengbêj Şakiro lawê Bedîhê Mihê Zîlî ye. Kalikê Şakiro, Mihê Zilî, di destpêka sedsala bîstan da li Gundê Qerqa ya li herêma Rewanê dijî. Qerqa gundek ji gundên li etega Çîyayê Elegezê û di nav sînorê Ermenîstanê da ye. Mihê Milê piştî şoreşa Sovyetê di sala 1918an da mala xwe bar dike û bi heft zarên xwe ra berê xwe dide Kela Elaşkirê, tê li gundê Topraqqalê bicîh dibe, mixabin malbat di welatê xwe jî wek mihacir tê binavkirin. Mihê Zilî bavê heft zarokan e û ji wan yek, navê wî Xalit e û ew jî di dema xwe da dengbêjek navdar e.

Şakiro gor qeydkirina wî ya fermî di sala 1936an da, gor gotina birayê wî Teyfîq jî di sala 1931an da li Kela Elaşgirê, li gundê Topraqqaleyê ji dayîk bûye. Şakiro hê pênc salîye, koçberîya wî dest pê dike. Bavê wî Bedih, ji malbatê diqete, mala xwe bar dike û dibe li Gundê Cemalwêrdîyê bi cîh dibe.

Cemalwêrdî li deşta İntabê (Dutax) li etega çîyayê Qertewînê ye. Gundek ji gundên eşîreta Sipkî ye. Zarokatî û xortanîya Şakiro di nav eşîreta Sipîkan da derbas dibe û di dema zarokatîya xwe da bala xwe dide ser dengbêjîyê û Cemalwêrdî dibe warê destpêka dengbêjîya wî. Tê gotin ku Serokê eşîreta Sipîkan Xalis Beg (Öztürk) jî wê demê li dengê Şakiro guhdarî kirîye û ji bo dengbêjîyê ew teşfîq kirîye.

Cemalwerdî di warê dengbêjîyê da, qasî dengbêjan bi nav û deng e. Cîhê jidayîkbûna Pîrê Dengbêjan Evdalê Zeynikê û Bedîhê Çavşûşe ye. Ev herdu dengbêjên bi nav û deng li Cemalwêrdîyê çavên xwe li dinê vekirinê û li wir mezin bûne. Şakiro jî di 7 salîya xwe da dibe şagirtê Bedîhê Çavşûşê û qasî deh salan bi wî ra di nav civata mîr û began da rûdinê, ji wî fêrî esasên dengbêjîyê dibe. Ji Bedîhê Çavşûşe stranan jiber dike û di bin tesîra terza wî da dimîne.

Bedîhê Çavşûşe bixwe dengbêjek ji ekola Evdalê Zeynikê ye, ku ew hem hîmdarê dengbêjîya Şakiro, di heman demê da ekola Evdalê Zeynikê jî bi saya wî dibe bingeha dengbêjîya Şakiro.
Şakiro jî mîna hemû dengbêjan, qasî ku deng û awazên evînê tîne ziman, di jîyana xwe da jî herdem evîndar e. Di xortanîya xwe da evîndarê Esmerê ye. Tê gotin, ku strana xwe ya bi navê ‘Esmera Şukrî’ li ser dilketîya xwe derxistîye û di beşek stranê da wiha pesnê evîndara xwe dide:

“… Gelî gundî û cînarno hunê ji min bipirsin û bibêjin
Esmer yeka bi çi rengî bû, ku tu ji bo wê kûr dinalî
Esmer yeka bejnzirav e, çavbikil e, biskbitêl e
Cepildirêj e, porkej e, navqendîl e
Xwînşêrîn e, reben ez im gerdenzer e
Gidîno gerdenzer û reng esmer e…”

Evîna Şakiro di dilê wî da dimîne, Esmer bi yekî din ra dizewice, Şakiro jî demek şûnda, di 17 salîya xwe da ji Dîlberê hez dike û wê direvîne. Piştî zewaca xwe, du sal şûnda bi malbata xwe ra ji Cemalwêrdîyê koç dike û tere li gundê Gazbêla Qereyazîyê bicîh dibe. Mixabin koçberî qedera wî ye û pêsîra wî bernade. Çend sal şûnda, ji wir jî mala xwe bar dike û tere Çixirxana Jor, ku ew jî gundek girêdayî Qereyazîyê yê. Li Çixirxanê jî zêde nasekine û ji wir jî diçe Milazgirê, li gundê Toraqa bicîh dibe. Mala wî li Toraqa, lêbelê ew bixwe di rojên payîz zivistanê da rêwî, di wan şevên dirêj da jî li civatên gundan da mavênê birûmet e. Li gundê Dignûgê mêvanê Dengbêj Siloyê Gulê, li Xalê mêvanê Dengbêj Ferzê ye. Êdî evîna wî ya herî mezin dengbêjî ye û loma di nav herêma Serhedê da li dengbêjan digere, ji wan ra distirê û li kilamên wan guhdarî dike. Dema ku Dengbêj Ferzê li dengê Şakiro guhdarî dike, pesnê dengê wî dide û jê ra dibêje; “Wê dengbêjek baş ji te derkeve…”

Li Çirikê, ku gundek girêdayî Tatosê ye, Dengbêj Mihemedê Xilxile nas dike. Ew û Mihemedê Xilxile bi caran li di şevberkên dengbêjîyê da cîh digrin û bi hev ra distirên. Di dengbêjîya Şakiro da Mihemedê Xilxile xwedî cîhekî girîng e. Jiber ku Mihemedê Xilxile hevalbendê Dengbêj Mistefa Xelê Heyran bûye û ji wî kilamên serhildanan jiber kirîye û straye. Şakiro jî gelek kilamên ku li ser serhildanan hatine derxistin, ji Mihemedê Xilxile fêr dibe û distirê. Loma tê gotin, ku piştî Bedîhê Çavşûşe, di dengbêjîya Şakiro da Mihemedê Xilxile, merhaleya dengbêjîya wî ya duyemîn e.

Di salên 1950yî da Şakiro êdî dengbêjek bi nav û deng e û dengê wî li seranserê Serhedê belav dibe. Di civatên gundan da bi gelek dengbêjan ra dikeve lecê û bi şev û rojan distirê. Di sala 1960î da careke din rîya koçberîyê derdikeve pêşîya wî. Warê wî yê nû bajarek ji axa bav û kalên wî dûr, Edene ye. Li Edenê li taxa Mirzaçelebî, ku wê demê ew tax wek ‘Taxa Kurdan’ tê zanîn, bicîh dibe.
Li wir careke din dizewice, lê debara xwe nake û piştî 6 salan, di sala 1966an da li ser axa xwe vedigerê û li Mûşê bi cîh dibe. Li Mûşê, Dengbêj Huseyno, Zahro, Sidîqoyê Zorava nas dike û di heman demê da bi Dengbêj Reso ra dikeve têkilîyê. Herçiqas salên wan ji hev cuda be jî, bi Reso ra dibe heval û hevaltîya wan roj bi roj pêş da diçe û xurt dibe. Ew gelek caran di civatên gundan da cîh digrin û bihev ra distirên.

Şakiro di sala 1968an da ji Mûşê jî koçber dibe û careke din berê xwe dide Qereyazîyê û di navenda Qereyazîyê da bicîh dibe. Lê hetanî mirina Reso, hevaltî û dilsozîya wan kêm nabe û didome.
Şakiro di bin tesîra deng û terza dengbêjîya Reso da jî dimîne, dîsa tê gotin ku Dengbêj Reso jî di dengbêjîya Şakiro da merhaleya sêyemîn e. Mirov dikare bibêje, dengbêjîya Şakiro, bi tesîra sê dengbêjên bi nav û deng û bi derbasbûna sê merhaleyan va kemilîye.

Şakiro jî mîna Reso duwajoyek ji ekola Evdalê Zeynikê, Mistefa Xelê Heyran û Ferzê ye. Bi taybetmendîya deng û terza xwe, wî şitavek nû daye van her sê ekolan û bi şiroveya xwe jî ruhek nû daye dengbêjîyê û bixwe jî bûye xwedi ekolek. Dengbêj Reso di derbarê dengbêjîya wî da wiha dibêje; “Em sêpîyê çê dikin, Şakiro gul û guldankan datîne ser”Dengbêj Huseyno jî dibêje; “Di dengbêjîyê da terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min”

Di jîyana Şakiro da dengbêjî û koçberî di herdem di berebazîyê da ne. Li alîkî nav û dengê wî di nav gel da olan dide, li alîyê din jî pêsîra xwe ji xizanîyê xilas nake û jibo debara xwe li rê û dirban digere. Di dawîya emrê xwe da careke din berê xwe dide xerîbîyê û ji welatê bav û kalên xwe dîsa dûr dikeve. Li paytextê Tirkîyê, li Enqera xopan ji xwe ra li stargehek aram digere, li wir jî nabîne. Piştî du salan berê xwe dide bajarê Îzmirê û sê salan jî li wir dijî. Mixabin jîyana wî ya li Îzmirê jî di nav xizanîyê da derbas dibe, di sala 1996an da koça xwe ya dawîyê dike û li Gorîstana Altindaxê tê binaxkirin.

Gelo sedemên xizanî û koçberîya Şakiro çi bûn? Gor raya min ji sedeman yek, bindestî û qedexebûna ziman û dengbêjîya wî be, yek jî hest û helwesta kurdan bû. Kurdên ku wê demê daw û doza zimanê xwe dikirin, li kanîya zimanê xwe, li dengbêj û çîrokvanên xwe xwedî derneketin. Ew piçûk didîtin û bi gunehên bêbingeh tawanbar dikirin. Di sala 1977an da min cara yekem li bajarê Erzirûmê Şakiro dît û ji nêzîk va nas kir.

Ez xortekî 15 salî, xwendekarê lisê û xebatkarê Palas’a (Hotel) Bajêr bûm. Şakiro jî dengbejek bi nav û deng û mişterîyê hotêlê bû. Min bi kurdên şorreşger û sosyalîst ra… Şakiro, bi şaredarê Qereyazîyê Mehmet Karaduman û kesên derdora wî ra hevaltî dikir, ku Karaduman endamê partîya Demirel bû. Di wan salan da, bi xwendina Alfabeya Sozyalîzmê, min jî mîna hevalên xwe yên giregir, xwe şoreşger û pêşverû dihesiband, kesên derdora xwe; dê û bav, ap û xal, şêx û mele, axa û beg, çîrokvan û dengbêjên mîna Şakiro jî wek kesên nezan û paşverû bi nav dikir.

Ez û hevalên xwe yên giregir, ew hevalên ku di salên 60î da di bin tesîra bayê sosyalîzmê da erd dihejandin û fizilduman ji erdê radikirin, me daw û doza perwerdeyîya bi zimanê xwe yê zikmakî dikir, mixabin di jîyan û tevgera xwe ew ziman bikar nedianî û jibîr dikir. Şakiro, xwedî daw û dozek wisa neba jî, di bin şert û mercên xeternak da bi dengbêjîya xwe ruh dida zimanê me û ew jîndar dikir. Jiber ku, sedema xizanîya Şakiro jî, zanebûna me ya bi nezanî jî yek bû. Ew jî bindestî û bêdewletî bû. Di ser wan salan ra 40-45 sal derbas bû. Şakiro bi koça xwe ya dawîyê ra ji xizanîya xwe xilas bû.

Bayê sosyalîzmê hate birrîn, fizildûmana ku qirna 68 û 78an ji erdê radikir, dawî lê hat. Bi derengî be jî ew li xwe û li zimanê xwe vegerîyan. Îro jî bayeke din rabûye û qirna mîlenyumê jî di bin tesîra bayê nû da erd û ezmanan dihejîne. Mixabin, ji para xelkê ra serfîrazî, ji me ra jî dîsa belengazî dimîne. Loma îro jî koçberî li çokê, nezanî li navê, xizanî jî li qirikê ye…

Çavkanî:
1. Antolojîya Dengbêjan: Ömer Güneş-İbrahim Şahin, Weşanên Nûbihar-İstanbul
2.Wikipedia Kurdî

Gazete Duvar

 

 

Ev nûçe 268 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin