
Li Tehranê şerê çekdarî û êrişên bi dronan diqewimin
.
Ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand ku şerê çekdarî û êrişên bi dronan li çend xalên kontrolê yên li Tehranê diqewimin kir.
Li gorî nûçeyê di êrişan de hinek endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Ajansa Farsê û çend medyaya din ên nêzîkî Supaya Pasdaran belav kirin ku "çend çavkaniyên agahdar" piştrast kirine ku li hin deverên Tehranê şerê çekdarî rû daye û bi dronan êrişî çend xalên kontrolê yên hêzên ewlehiyê yên wî welatî hatiye kirin.
Cihên ku hatin armanckirin
Li gorî zanyariyan, êriş li ser xalên kontrolê yên li herêma 14 (Mehellatî), 15 (li hemberî benzînxaneya Haşimawe), 16 (Kolana Fedayiyanê Îslam) û navçeya 1 (dawiya Meydana Erteş) ên Tehranê hatine kirin.
Çavkaniya Ajansa Farsê ev operasyona çekdarî û bi dronan wekî "terorîstî" bi nav kirin û îdia kir ku bi piştgiriya MOSSADê hatiye kirin.
"Hinek endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin"
Li gorî heman ajansê, di her du êrişên bi dronan û şerê çekdarî de, çend endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin lê heta niha hejmara wan a rastî nehatiye eşkerekirin.
Çavkaniya agahdar amaje bi wê yekê jî kir ku niha rewş di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye û pergala parastina asmanî ya navçeyan bi hûrgilî bersiva êrişên dronan dide.
Şerê di navbera Îsraîl û Amerîkayê li gel Îranê ketiye roja xwe ya 12an û heta niha bê navber berdewam dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin