KESK û TTB: Em biryarên Komîsyona Rewşa Awarte qebûl nakin

KESK û TTB: Em biryarên Komîsyona Rewşa Awarte qebûl nakin

.

A+A-

KESK û TTByê piştî ku Komîsyona Rewşa Awarte serlêdanên Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekir, li Navenda Giştî ya Yekîtiya Milkiyeyiyan civîneke çapemeniyê li dar xistiye.

 

Piştî ku Komîsyona Lêkolînên Kar û Barên Rewşa Awarte, serlêdanên Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekir, Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) û Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) civîneke çapemeniyê li dar xistie.

Saziyan civîn li Navenda Giştî ya Yekîtiya Milkiyeyiyan pêk aniye û gotine “Em reddan ret dikin, em xwedî li aştiyê derdikevin.”

Sekreterê Giştî yê TTByê Prof. Dr. Vedat Bûlût, Hevserokên Giştî yên KESKê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyîk, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) Prof. Dr. Nejla Kûrûl, Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) Husnu Yildirim,  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Av. Ozturk Turkdogan û parêzera KESKê Asûman Tokgoz Sûcû beşdarî civînê bûne.

Prof. Dr. Bûlûtî wiha gotiye: “Li wan welatên ku fikr û raman lê bi rengekî azad nayên derbirîn, li wî welatî mirov nikare ne behsa demokrasiyê ne jî behsa wekheviyê bike. Em, ango TTB her dem em ê li bal têkoşîna mafdar a hevalên xwe bin. Em ê bi berdewamî piştgiriya azadiya ramanê û xweîfadekirinê bikin.”

Turkdoganî jî diyar kiriye ku her çend Rewşa Awarte bi rengekî fermî bidawî bûbe jî di mejiyan de dewam dike, ne li gorî Dadgeha Destûrî û hiqûqê, li gorî pêdiviyên desthilatê biryaran didin.

Şukran Kablan Yeşîlê daxuyaniya hevbeş xwendiye û bi kurtasî wiha gotiye:

“Em van biryaran qebûl nakin”

“Em ji vir bang li çapemeniyê û raya giştî dikin. Di rewşeke ku biryarên Dadgeha Destûrî bi tiştekî nayên hesibandin de, em nikarin behsa serweriya hiqûqê, demokrasî û edaletê bikin. Em dipirsin bê ka Komîsyona Rewşa Awarte çawa kar dike, bi kêfiyeteke çawa biryaran didin. Ji bilî ku edaletê dereng dixe û zanyarên li akademiyê ne weke hikûmetê difikiin bêhtir mexdûr bike ti fêdeyeke vê Komîsyonê nebûye. Tirkiye wê 10ê Kanûna Paşiyê ya 2022an paraznameya xwe pêşkêşî DMMEyê bike û karneya mafên mirovan a li qada navnetewî di asta herî kêm de ye.

“Helbet kesên dest datînin ser mafên akademîsyenên aştîxwaz dizanin hiqûqê binpê dikin. Ev bextreşên ku difikirin bi nenaskirina hiqûqê, binpêkirina mafên mirovan, azadiya karkirinê û mafê geştê wê tiştekî bidest bixin, ji niha de di nava rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe çêkirine. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em van biryarên Komîsyona Rewşa Awarte yên aşkereye ku sûc in, nas nakin û em ê nebin hevkarê vî sûcî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin