Kesên  Jîyana Xwe ji Dest Dane 180,000 Derbas Kir

Kesên Jîyana Xwe ji Dest Dane 180,000 Derbas Kir

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 180,000 Derbas kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 182,992 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka belav bûye ku li wî welatî 46,609 kes bi vîrusa korona mirine.

Li dû Amerîka, bi 25,085 mirîyan Îtalya û bi 21,717 mirîyan Îspanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Wê vîrusê li Çînê jî heta niha 4636 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin