Kerkûk.. Hêzên Iraqî zêdetir ji 70 welatiyên Kurd binçav kirin

Kerkûk.. Hêzên Iraqî zêdetir ji 70 welatiyên Kurd binçav kirin

.

A+A-

Peyamnêrê da zanîn, ciwanên di bin 18 saliyê de jî hatine binçavkirin  Kurdistan24 Hewlêr   2 Demjimêran

Hêzên Îraqî şeva borî li Kerkûkê dest bi operasyoneke girtinan kir û di encam de zêdetir ji 70 welatiyên Kurd binçav kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmen Delo da zanîn, derengê şeva borî hêzên ewlehiyên Iraqê zêdetir ji 35 welatiyên Kurd li taxa Şorce û 29 kes jî li taxa Rehîme binçav kirin.

Peyamnêrê me got, piştî ragihandina encamên hilbijartinan, alîgirên partiyan û bi taybet alîgirên PDKê derketin kolanan û şahiya nîşan dan, hêzên ewlehiyê jî bihaneya wê girtine ku gule hatine avêtin.

Destnîşan kir jî, hêzên ewlehiyê bi otomobîl û zirîpoşan li taxên Kurdan mal bi mal digerin û ciwanên Kurdan binçav dikin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ew operasyona binçavkirinê ji aliyê hêzên Lîwaya 61 a Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê tê kirin û ciwanên di bin 18 saliyê de jî binçav kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin