Kerkûk/ Heşda Şeibî nivîsgeha hilbijartinê dorpêç kir!

Kerkûk/ Heşda Şeibî nivîsgeha hilbijartinê dorpêç kir!

Hat ragihandin ku li Kerkûkê hejmareke çekdarên Heşda Şeibî nivîsgeha komîsyona hilbijartinan dorpêç kirine.

A+A-

Rêvebirê Nivîsgeha Komisyona Bilind a Hilbijartinan li bajarê Kerkûkê Ebdilbasit Derwîş ji malpera “Alghadpress” re ragihand, hejmarek ji çekdarên nenaskirî nivîsgeha komisyonê dorpêç kirine û gefan dixwin. Derwîş daxwaz ji aliyên pêwendîdar kirku destêwerdana rewşê bikin, da ku ew rewş ji kontrolê dernekeve.

Li aliyê din di vê derbarê de malpera “Baghdadtoday” belav kiriye ku ew çekdar alîgirên lîsta Fetih a ser bi Serkirdeyên rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Hadî Amirî ve ne.

Malpera navborî ji jêderekî agahdar belav kiriye ku piştî girtina sindoqên dengdanê li bajarê Kerkûkê, çekdarên ser bi Hadî Amirî ve nivîsgeha hilbijartinan dorpêç kirine û daxwaz ji karmendan dikin ku dengan bi dest bêjmêrên, ne ku bi sîstema elektronîkî.

Jêderê ku nexwastiye navî wî eşkere bibe ragihandiye ku çekdarên lîsta Fetih gef li wan karmendên komisyonê dixwin, eger pabendî daxwaza wan nebin, dê encamên xirab derkevin.

Sindoqên dengdanê îro demjimêr 18.00an de li seranserî Iraqê bi Herêma Kurdistanê hatin girtin û proseya dengdanê bi sîstema elektironî bi rê ve çûbû.

 
 
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin