Kêmtirîn mûçe weke 2020 TL hat diyarkirin

Kêmtirîn mûçe weke 2020 TL hat diyarkirin

Lijneya Diyarkirina Mûçeya Kêmtirîn a li Tirkiyê, diyar kir ku kêmtirîn mûçeya sala 2019an weke 2020 TL hatiye diyarkirin.

A+A-

Lijneya Diyarkirina Kêmtirîn Mûçeyê, îro çaremîn civîna xwe li dar xist û kêmtirîn mûçeyê diyar kir.

Wezîra Xizmetguzariya civakî û Xebat û Malbatê Zehra Zumutê diyar kir ku kêmtirîn mûçeya sala 2019an weke 2020 TL hatiye diyarkirin. Zumrutê got bi vî awayî kêmtirîn mûçe ji sedî 26 hatiye zêdekirin. Herwiha Zumrutê da zanîn ku biryar bi yekdengiyê hatiye girtin.

Serokê Turk-Îşê Ergun Atalayî jî got ev ne mûçeyeke bêhempa ye lê mûçeyekê maqûl e. Armanca me 2 hezar û 155 TL bû.

Atalayî herwiha got: "Hinek dibêjin Serokê Turk-Îşê bangî xelkê dige ku dakevin qadan. Ma ez xelkê gazî beravê bikim. Em ê bi aştiyane, bi çerçoveya yasayî, mafê xwe bixwazin. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku konfederasyonake karkeran çima ku gotiye bila mûçeya kêmtirîn were zêdekirin serokê sendîkayekê giliyê wê kiribe."

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin