Kedkarê hunera kurdî Mustefa Gazî çû ser dilovaniya xwe

Kedkarê hunera kurdî Mustefa Gazî çû ser dilovaniya xwe

Kedkarê çand û hunera kurdî, Mustafa Gazî, di roja 28.11.2017an de li Amedê çû ser dilovaniya Xwedê. Cenazeya wî bi awayekî girseyî ku gelek rewşenbîr hunermend endam û rêveberên PAKê û malbata wî û tevî dost û hevalên wî hate binaxkirin.

A+A-

whatsapp-image-2017-11-28-at-15.27.29.jpeg

Rewşenbîr Lal Laleş li ser gora Seyda axivî û got: "Seyda ji bo çand û hunera gelê kurd gelek berhem afirandiye.Gelê Kurdistanê deyndarê Seyda ye û bi bilindkirina ala destê Seyda wê deynê xwe bide.Piştî Lal Laleş Hunermend Sebahattin Yildiz(Xoce) helbesta Seyda ya bi nav û deng 'Xerîbim Ez Xerîbim' got.Helbest bi beşdariya dost û hevalên wî hat xwendin.
Mustafa Gazi (Seyda) di sala 1959an de hatibû dinê. Di xortaniya xwe de dest bi xebata çand û hunerê kir.Di salên 19703î de wek endamê Komîteya Çand û Hunerê yê DDKDê xebitî. Piştî Derbeya Leşkerî ya sala 1980yî xebatên xwe yên siyasî û hunerî di nava refên PPKK (Pêşeng)ê de  berdewam kir. Piştî demekê di avakirina MED-KOMê de weke berpirsekî sereke cihê xwe girt. Di van salên dawî de weke berpirsekî ÇARPELÊ xebatên xwe domand. Seyda li ser çanda kurdî gelek pirtûk nivîsandine. Ew dewrêşê çanda kurdî bû. Kê xebata çand û hunerê bikira Seyda li rû wan bû û alîkarê wana bû. Gelê Kurdistanê dê wî ji bîr neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin