Keçeke kurd li girtîgehê xwe kuşt!

Keçeke kurd li girtîgehê xwe kuşt!

Girtîya bi navê Yonca Akinci ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî.

A+A-

Yonca Akinci ya bi tawana ‘Endama rêxistinê’ li Girtîgeha Jinan a Şakranê 4 sal in girtî bû, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalanî, di 29ê Adarê de çalakî pêk anî. Akici ku bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîglîyê, di 1ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya Akinci ku ji 1ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bû, piştî otopsiyê şandin Agiriyê.

Heta niha bi armanca tecridê şermezar bikin Zulkuf Gezen (33) di 17ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çınar (24) di 25ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakî pêk anîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Bajarê Krefeld ê Almanya jî di 20ê Sibatê de Ugur Şakar bedena xwe dabû ber agir û di 22yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin