Keça şehîdekî YPGê ji bo xwişka xwe bang li Mezlûm Kobanî kir

Keça şehîdekî YPGê ji bo xwişka xwe bang li Mezlûm Kobanî kir

.

A+A-

Malbata Yisra Behaedîn a 15 salî ku bav û mamê wî şehîd bûne, dibêje, keça wan ji bo serbaziyê hatiye birin. Xwişka wê keçê bang li Mezlûm Kobanî kir û daxwaz kir xwişka wan bê vegerandin.

Malbata Yisra Behaedîn a 15 salî dibêje, keça wan ji aliyê Encûmena Serbazî ya Kobanî ve roja 10ê meha borî hatiye birin û heta niha nizanin keça wan li ku derê ye û ew daxwaz dikin keça wan bê vegerandin.

Bav û mamê wê şehîd bûne

Emel Behaedîn, xwişka Yisra Behaedîn ji Rûdawê re got, xwişka wê ji pêşiya dibistanê hatiye birin, wan serdana gelek navendên rêveberiyê kirine, lê hîn tiştekî li ser xwişka xwe nizanin.

Bavê Yisra, Behaedîn û apê wê Xabûr Çiya di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.

Emel Behaedîn beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa birina xwişka xwe bo leşkeriyê kir û daxwaz kir ku xwişka wê bê vegerandin.

`Xwişka min xapandin`

Li gor gotina Emel Behaedîn, xwişka wê hatiye xapandin û ji wê re gotine, `Tu keça şehîdekê yî lê te çeka bavê xwe ranekiriye` û dibêje, “Xwişka min biçûk e û ket bin bandora van gotinan û ji wan re got, `ez dê çeka bavê xwe rakim û beşdarî nav YPGê bibim û bi vî awayî peywendî çêkirin.”

Emel Behaedîn dibêje, cara ewil hatin ji malê bibin lê her kes pê hesiya, lewma nekarîn bibin û “lê dev jê bernedan û vê carê 10ê meha borî li dibistanê birin. Em çûn navenda YPJê jî kesî derî li me venekirin. Em wek malbata şehîdan derbasî Saziya Malbata Şehîdan bû.  Dayika min got `keça min biçûk` û wan jî got, `em nikarin tiştekî bikin`.”

Emel Behaedîn diyar dike ku ew nizanin xwişka wê birine ku li ser rewşa malbatê jî dibêje, “Dayika min dixebite û debara malbatê dike û mûçeyek me heye ji Saziya Malbata Şehîdan.”

`Xwişka min ne xwedî biryar e`

Li ser şehîdbûna bav û mamê xwe jî Emel Behaedîn dibêje, “Bavê min 2016an di pêngava Minbicê de li Tişrînê şehîd bû. Mamê min 2014an şehîd bû.”

Li ser daxwaza ji aliyê berpirs û peywendîdar jî Emel Behaedîn dibêje, “Ez daxwaz dikim xwişka min vegere ser xwendina xwe ji ber ku ne xwedî biryar e û biçûk e û divê bixwîne. Bavê min şehîd bû, divê pişta me bigirin.”

Herwiha Emel Behaedîn bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî kir û got, “bila me bibhîze û xwedî li me derkeve” û daxwaz kir xwişka wê bê vegerandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin