Keça Kurd Jîna Emînî piştî îşkenceya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da

Keça Kurd Jîna Emînî piştî îşkenceya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ku li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û rastî îşkenceyeke giran hatibû, piştî 3 rojên li nexweşxaneyê îro 16ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

13ê Îlonê roja Sêşema borî Jîna Emînî, ji bo serdana xizmên xwe bike li Tehranê bi birayê xwe re bûye ku li stasyona Heqanî ya metroyê bi hinceta hicaba îslamî nedaniye ber xwe, ji aliyê polîsên Tehranê hatiye desteserkirin û ew birine girtîgeha polîsan a li cadeya Wezîran a Tehranê.

Li gorî şahidên bûyerê, Jîna di dema veguhastina navenda polîsan de, rastî lêdan û îşikenceya polîsan hatiye û herwiha li navenda polîsan jî rewşa wê ya tenduristiyê xirab bûye.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane xuyakirin, piştî ku rewşa tenduristiya Jîna xirab bûye, bi awayekî dereng ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Herwiha malbat û xizmên Jîna Emînî dane zanîn ku li nexweşxaneyê ji wan re hatiye gotin, Jîna tûşî krîza dil û mejî bûye û ji hişê xwe çûye û di komayê de ye, lê berevajî vê daxuyaniyê rojnamevanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê bi zarê bijîşkên Nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê ragihandine, Jîna Emînî tûşî krîza mejî û dil nebûye, lê derb li serê wê hatiye xistin, ji ber wê jî serê wê şikestiye û tûşî xwînberbûna mejî bûye.

Keça Kurd Jîna Emînî ya li Îranê bi navê Mehsa Emînî tê naskirin, xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 22 salî bû. Jîna tevî malbata xwe ji bo serdana xizm û nasên xwe çûbû Tehranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin