KCDP: Meha Mijdarê 29 jin li Tirkiyê hatine kuştin

KCDP: Meha Mijdarê 29 jin li Tirkiyê hatine kuştin

.

A+A-

Li gor daneyên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP), di meha Mijdarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 29 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 10 jinan jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP) raporta xwe ya Mijdara 2020ê belav kir. Li gor raportê, 29 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 10 jinan bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest dane, sedema kuştina 15 jinan jî nehatiye zanîn.

Li gor daneyên KCDPê; “Meha Mijdarê 29 jin hatine kuştin, 10 jin bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin. Ji 29 jinên hatine kuştin sedema kuştina 15an ji wan nehatiye zanîn. Yek ji ber pirsgirêkên ekonomîk, 13 ji ber xwesteka cudabûnê, redkirina lihevkirinê, redkirina zewac û têkiliyê hatine kuştin. 15 ji wan nayê zanîn çima hatine kuştin.”

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn tekez dike ku heta neyê zanîn jin ji aliyê kê ve tên kuştin, dadperwerî nebe û bersûc û tawanbar neyên cezakirin û tedbîrên pêwîst neyên wergirtin dê tundûtûjî berdewam be.

Li gor platformê, ji 29 jinên di meha Mijdarê de hatine kuştin, 10 ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 1 ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, 4 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 2 ji aliyê xizman ve, 2 ji aliyê bavên xwe ve, 1 ji aliyê bira, 1 ji aliyê kur û 2 ji aliyê kesekî nasê xwe ve hatine kuştin. Yek jî nehatiye zanîn ka ji aliyê çi nas an xizmekî xwe ve hatiye kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin