Kasirga: Ji ber projeya ‘Mafê Çarenivîsê’ bo Kurd gefê li me dixun

Kasirga: Ji ber projeya ‘Mafê Çarenivîsê’ bo Kurd gefê li me dixun

Piştî derbasbûna heşt mehan di ser pêşnîyarekê re bo Parlamentoya Swêdê ku hatîye redkirin jî, çend parlamenterên wî welatî ketine jêr pêleke gef, sixêf û sivikayetîyê. Sê ji wan Kurd in û yek jî Tirk e.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nêzîkî du hefte dibe raya giştî ya Swêdê bi çar navan ve mijûl e; Qadîr Kasirga, Serkan Kose, Roza Gulcu Hedin û Sultan Kayhan. Herçar parlamenterê Swêdê ne ser bi Fraksyona Partîya Sosyal Demokrat ku partîya fermanrewa ye. Ji van her çaran tenê Sultan ne Kurd e, yên din Kurdên Bakurê Kurdistanê ne û piştî koçkirina malbatên wan bo Swêdê, di nav sîyasetê de kar dikin.

Sedema vê mijûlbûnê vedigere raporteke medya Tirkîyê, ku ew çar parlamenter wek “terorîstên Tirk” binav kirine, qaşo dijî Tirkîyê kar dikin û cudaxwaz in. Ev wesfê medya Tirkîyê jî vedigere projeyeke Sosyal Demokratan a Îlona 2019ê, wek Qadîr Kasirga ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotîye.

Qadîr Kasirga ji Rûdawê re got: “Me weke 13 parlamenterên Sosyal Demokrat ên Swêdê, meha Îlona 2019ê pêşnîyarek pêşkêşî parlamentoyê kir, daku hikûmeta Swêdê kar li ser mafê çarenivîsê bo gelê Kurd bike, wek di Peymana Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de bo hemû neteweyan hatîye.”

Kasirga dibêje: “Hêj nû medyayeke Tirkîyê kampanyayek li dijî me, çar ji wan parlamenterên ew proje pêşkêş kiribûn daye destpêkirin û gehiştîye wî astê ku li nav Swêdê kesên nîjadperest û faşîstên Tirk gefê li me dixun.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin