Joe Biden cara yekem civîna çapemeniyê lidarxist

Joe Biden cara yekem civîna çapemeniyê lidarxist

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî bû serokê dewleta xwe, cara ewilî civîna çapemeniyê lidarxist. Biden got di 100 rojên serokatiya xwe de hedefa 100 mîlyon derziyên Kovid-19 ê xistiye hedefa xwe û got:
“ Em ji zû de gihane wê hedefa xwe. Niha di hedefa me ya 100 rojan de 200 mîlyon doz derzî hene.”

Di civînê de babetên Joe Biden li ser wan axifî wehanin:

-Biden got zahmete heya 1 ê gulanê ji Afxanistanê vekişin û wê di dewra serokatiya wî de Çîn nikaribe desthilata kureyî bixe destê xwe. Lê dê zêde li Afxanistanê nemînin. Piştî Amerîka ji Afxanistanê vekişe wê NATO wezîfê bigre ser xwe û xebatên wan di vê babetê de dewam dikin.

- Biden difikire bo sala 2024 an bibe namzet bo serokatiya Amerîkayê.

-Biden di mijara Çînê de got ku ew li pey reqabeta bi Çînê re ne. Biden got ku wexteka zêde bi serokê Çînê Şi Cinping re hev nasdikin û wê di wexta Biden de Çîn nebe desthilatê dinyayê.

-Di mijara Kovid-19 ê de Biden got ku li ser bandora pandemiyê ya ser aboriyê dixebitin û di çarçoveya paketa Kovid-19 ê ya bi miqdarê 1.9 trîlyon dolarî de bo 100 mîlyon kesan zêdetir çekên bi miqdarê 1.400 dalarî şandine. Wê di nêz de bo kesên din jî bişînin.

-Pirsgirêkên din yên weka koçberan, kontrola sîlihan, mafên dengan mane lê wê bo çareseriya wan bixebite.

-Bo koçberên ser sînorê Meksîkayê Biden pê da ser Trump û got ji ber ew dizanin Biden mirove, tên ser sînor û ew çend gihane hev. Di wexta Trump de sîstema koçberiyê ji hev bela kiribû niha dixwaze sîstemê ji nû de ava bike.

-Li ser mijara Kore ya Bakûr Biden got ku ew bi hevkarên xwe re di nav têkiliyan de ne. Bo dîplomasiyê û wekî din jî ew amade ye mijaran çareser bike. Lê Kore bi ceribandina fuzeyan biryara NH îhlal kiriye. Divê Kore xwe sîlihên nukleerî paqij bike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin