Ji Tirkiyeyê veguhastina leşkerî bo Efrînê!

Ji Tirkiyeyê veguhastina leşkerî bo Efrînê!

Hate ragihandin, karwaneke mezin a leşkerî, ber bi sînorê Suriyê ve hate veguhastin. Di veguhastinê de 6 TIRên bi topên obusan barkirî û bi wesayitên hilgirtina leşkeran derbasî Kilîsa li hember Efrînê hatin kirin.

A+A-

Li gor ragihandina medya Tirkiyê, di karwana leşkerî ya ku ber bi sînorê Sûriyê hatiye veguheztin de, 6 TIRên topên obusan barkirî û wesayîtên hilgirtina leşkeran hebûn. Tê gotin armanca vê veguhastinê piştevaniya hêzên beriya niha bo deverê hatine şandin e.

 

Baydemir: Efrîn dê bibe Kuveyta Tirkiyeyê!

 

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî li ser hewldana êrîşa Tirkiyeyê bo Efrînê ragihand, hikûmeta Tirkiyê ji bo guhertina rojevê dê hewl bide Efrînê dagîr bike û got hewla dagirkirina Efrînê, rîska herî mezin a vê serdemê ye û wisa pê de çû: “Êdî bêhiqûqî hatiye wê radeyê ku aqûbeta dagîrkirina Efrînê dê bi aqûbeta Sedam Husên a dagîrkirina Kuweytê re bibe destpêka dawîhatina deshilatê. Dema ku rastiya gendeliyê derdikeve holê yekser raya welatiyan ber bi aliyekî din ve arasterê dikin û rojevê bi tiştek din tije dikin.”

Baydemîr diyar kir, ku ji bo guhertina rojeva îdîayên gendeliyê yên berpirsan dê dewleta Tirkiyê hewl bide Efrînê dagîr bike.

 

Ji ENKSê daxuyaniya Efrînê

 

Li aliyekî din di derbarê gefên Tirkiyeyê de ji ENKS jî daxuyaniyek hate belavkirin. Encumena Niştimaniya Kurdên Sûriyê (ENKS) destnîşankir ku Tirkiye bi pêkanîna operasyona leşkerî gefê li Efrînê dixe.

Ofîsa Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di dema dawî de Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve, gefên bê sedem ji bo encamdana operasyoneke serbazî li devera Efrînê dikin."

Xwecihiya ENKS li Efrînê got: "Heger operasyonek weha li Efrînê bê kirin  wê rewşeke mirovî metrisîdar çêbibe, ji ber ku hejmareke mezin ji welatî û koçberan li Efrînê dijîn û ji mafê xelkê Efrînê ye berevaniyê li xwe bikin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin