Ji Pompeo bo Çavuşoglu: 'Li pişt gotinên xwe me'

Ji Pompeo bo Çavuşoglu: 'Li pişt gotinên xwe me'

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo xwedî li daxuyanîya wezareta xwe ya di derbarê hevdîtina bi Çavuşoglu de derket.

A+A-

Çavuşoğlu, ji bo daxuyanîya Wezareta Amerîkî ya ku gotibû "me Tirkîye ji bo Rojhilata Firatê hişyar kiriye" got ev daxuyanî ne rast e.

Ligel daxuyanîya Çavuşoglu, Pompeo xwedî li daxuyanîya Wezareta xwe derket û got ku "ew li pişt gotinên xwe ne."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tirkîye Mevlut Çavuşoğlu bi munasebeta 70. salvegera damezrandina NATOyê li Washingtonê hevdîtinek pêk anîn.

Pişti hevdîtina du wezîran, Wezareta Amerîkî daxuyanîyek belav kir û got Pompeo ji bo Rojhilata Firatê hişyarî daye Tirkîyeyê. Wezirê Derve ye Tirkîyeyê Çavuşoglu jî, ji bo vê daxuyanîya Amerîkî îdia kir ku Pompeo tiştekî bi vî rengî negotîye û ev daxuyanî ne rast e.

Pompeo piştî daxuyanîya Çavusoglu careke din axivî û dîyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ne û wan hişyarî ji bo Rojhilata Firatê dane Tirkîyeyê.

Li alîyekî din Pompeo bal kişand ser krîza S-400an a bi Tirkîyeyê re û dîyar kir ku hevdîtinên wan berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin