Ji PAK û PSKyê daxuyanîya encama hilbijartinê

Ji PAK û PSKyê daxuyanîya encama hilbijartinê

Partîya Azadîya Kurdistanê û Partîya Sosylîst a Kurdistanê li ser encama hilbijartinê peyamek belav kir û got bi helwest û propagandaya netewî û welatperwer ve, Tifaqa Welatperwer û Demokrat roleke dîrokî lihîstîye.

A+A-

Di daxuyanîya hevpar a ji alîyê PAK û PSKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

"Ji raya giştî re

Hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, li ser esasê zilm, zordestî, bêedaletî û şovenîzmê û bi sîyaseta ku bi dijayetîya Kurdan ve hatîye hûnandin pêk hat û ev yek bû fikra esasî ya hilbijartinan.

Îktidara AK Partîyê ku Tirkîyeyê bi rê ve dibe, hebûna xwe spartîye sîyaseta dijberîya kurdan. Li hember hemû nirx û hêjayîyên kurd û Kurdistanê, seferberîyeke mezin îlan kirîye. Hemû maf û azadîyên esasî bi destê xwe daye alîyekî, rejîmeke keyfî damezirandîye.

Herî dawî bi rêya Qeyûmên tayînkirî, îradeya gelê Kurdistanê tune hesibandîye, li Kurdistanê sîstema ”walîtîya mêtingehkarîyê” pêk anîye.

HDP ya ku piranîyeke mezin ya gelê Kurdistanê piştgirîya wê dike, di şûna ku rêzê li vê piştgirîyê bike û pêwîstîyên wê pêk bîne, ji polîtîkayên şîdetê re stûyê xwe xwar kirîye, bi piştgirîya polîtîkaya xendekan, rê ji kuştina bi hezaran canan û ji wean kirina bajarên me re xweş kirîye.

Dema hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an hat rojevê, em weke Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û ji bo şikandina nîrê zilmê zordarîya ku miletê me tê de dijî û ji bo pêşkêşkirina alternatîfeke neteweyî û demokratîk, me li gel sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên welatperwer Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kir.

Me biryar girt ku, bi şîara ”Ne xendek, ne jî qeyûm, em ê bajarên xwe û welatên xwe bi xwe bi rê ve bibin” li Dîyarbekir, Mêrdîn, Batman û Mûşê, li çar bajar û çar qezeyan, bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li cîyên ku me namzed dernexist jî me biryara piştgirîya namzedên serbixwe yê welatparwer da.

Me di nav mehekê de, li cîyên ku me namzed derxistibû, kampanyeyeke hilbijartinê ya ku ji hêza me jî dibihurî meşand. Me aktorên ku agir bera Kurdistanê dane û sîyaseta wan a xerabker teşhîr kir. Me destnîşan kir ku gelê me li hember zilm û zordestîya ku lê tê kirin, ne bê çare ye, ne bê alternatif e.

Me bi fedakarîyeke mezin xebatên xwe meşandin da ku em bikaribin vê axa mirîyan a ku dixwazin li ser civata Kurdistanê werbikin, ji navê hilînin. Me,ji bo hilweşandina van dîwarên tirsê yên ku ji bo gelê me bêzar bikin tên avakirin, xebateke fedakarane meşand. Di vê merhelê de derket holê ku milletê Kurd li hember sîyaseta wêrankar û zordest, ne bê çare ye, ne bê alternatif e. Bawerî û cesareta gelê me ya ku wê bikaribe azadîya xwe ya netewî bi dest bixe, zêdetir bûye.

Helbete ku em ê weke Tifaqa Welatperwer û Demokrat di derbarê van dengên ku me girtine de emê nirxandinên pêwîst bikin û encamên van nirxandinan em ê bi gelê re parve bikin. Lê, aşkere ye ku bi xebatên xwe yên di dema hilbijartinê de, bi hûnandina peywendîyên bi deh hezaran gelê me re, bi helwest û propagandaya netewî û welatperwer ve, Tifaqa Welatperwer û Demokrat roleke dîrokî jî lihîstîye.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku partîyên me pêşêngîya wê kirin û ji alîyê hinek derûdor û şexsîyetên welatperwer ve dihat piştgirîkirin, di pêvajoya hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, bi sekna xwe ya biryardar û bi cesaret ji alîyekê ve derîyekî nuh vekir. Ji alîyekî din ve jî di pêvajoya xebatên hilbijartinan de bi hemahengî, bawerî û bi çanda bi hev re karkirinê ya di navbera pêkhateyên tifaqê de, ji bo yekîtîyên netewî yên mayînde zemîneke xweştir hate hûnandin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ji niha ve nîşan daye ku, xwedî potansîyelekê ye ku dikare ji gelê me re bibe cîhê hêvîyê.

Em deyndarê spasdarîya hemû kedkarên vê xebata hilbijartinê ne.

Em bi hestên xwe yên minetdarîyê spasî hemû gelê xwe yê ku deng dane me, di kampanyaya namzedên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat de bi awayê maddî û manewî li gel me bûne, piştgirî dane me dikin.

Em ê di derbarê encamên hilbijartinên 31ê Adarê de îzahet û analîzên xwe yên hûrgilî paşê bi raya giştî re par ve bikin.

Li gel rêzên xwe, em raya giştî agahdar dikin."

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  &  Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin