Ji OSOyê re fermana 'amede bin' hat ragihandin

Ji OSOyê re fermana 'amede bin' hat ragihandin

Hat ragihandin ku ferman ji Artêşa Azad a Sûriyê ango OSOya girêdayî Tirkiyê hatiye dayîn ku bo operasyona li dijî Rojhilata Firatê amade bin.

A+A-

Li gor çapemeniya Tirkî piştî Erdoganî rahihand di nava çend rojan de dê operasyonê li dijî hêzên Kurd pêk bînin, ferman dane OSOya girêdayî Tirkiyê ku li herêmên Mertala Firatê ya di bin kontrola Tirkiyê de ku xwe ji bo operasyona li dijî Rojhilata Firatê amade bikin.

Li aliyekî din, nivîskarê Habertürkê Muharrem Sarıkaya jî, di nivîsara xwe ya îro de di derbarê hurgiliyên vê operasyonê de agahî da û got 1200 milîsên ÖSOyê ji herêma Mertala Firatê desrbasî Akçakaleya li hember Tel Abyadê hatin kirin. Sarıkaya îdia kir ku operasyon dê ji Tel Bayadê destpê bike çima ku berî bikeve dest YPGê piraniya niştecihên wê deverê Ereb bûn. Sarıkaya diyar kir ji bilî Tel Ebyadê, TSK alavên şerî veguhestiye Serê Kaniyê jî.

Li aliyekî din hat gotin, Amerîkayê di danîna xalên çavdêriyê de berdewam e û 2 xalên nû ên çavdêrîyê li hin deveran zêde kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin