Nêçîrvan Barzanî û Reşîd encamên serdana Erdogan nirxandin

Nêçîrvan Barzanî û Reşîd encamên serdana Erdogan nirxandin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja duyemîn a serdana xwe ya Bexdayê de li Koşka Selamê bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramiyê, teşwîqkirina biêşxistina sektora aborî û xizmetguzariyan, piştevaniya bernameya hikûmeta federal û diyalog û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin.

Barzanî û Reşîd tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serkeftina diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên kir.

Di hevdîtinê de serdana Serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û encamên van serdanan hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser esasê destûrê pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê çareser bike.

Reşîd jî herwiha bal kişand ser girîngiya berdewamiya danûstandinên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Barzanî û Reşîd êrişa li Qada Gazê Kormorê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.

Her du aliyan êriş wekî metirsiyeke li ser serwerî û aramiya welêt dît.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê ku doh çûbû Bexdayê, li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û piştre beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Barzanî piştre bi Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê û Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re civiya.

Îro li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm, Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Parastinê Sabit Ebasî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re civiya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin