CPJ: Rojnamevanên girtî herî zêde li Tirkiyê ne

CPJ: Rojnamevanên girtî herî zêde li Tirkiyê ne

Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ragihand li seranserê cîhanê 251 rojnamevan di girtîgehan de ne û Tirkiyê jî bi 68 rojnamevanên zindanî, di vî warî de yekem e.

A+A-

Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ raporta xwe ya salane ya di derbarê rojnamevanên zîndanîkirî de eşkere kir.

Li gor raportê li seranserê cîhanê 251 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Di raportê de hat eşkerekirin Tirkiyê, di vê derbarê de statuya xwe ya di xirabtirîn astê de parast û Tirkiyê ew welat e ku herî zêde rojnamevanan di girtîgehan de hepis kiriye.

Raportê balê dikşîne ser vê yekê ku, ev rojnamevan bi tawana sûcên li hember dewletê hatî kirin hatina girtin û piştî 15ê Tîrmehê ev rêje hêj zêdetir bûye.

Di raportê de hatiye gotin ji 100î zêdetir saziyên çapemeniyê jî bi KHKyan hatine girtin.

Her çiqas CPJê hejmara girtiyên rojnamevanan we 68 diyar kiribe jî li gor saziyên çapemeniyê hejmar jê zêdetir e.

Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad a ku navenda wê li Amedê ye siyar dike ku ji meha Mijdarê ve 173 rojnamevan hatine girtin.

Li gor daneyên DİSK-Basın İşê, derdora 150 rojnamevan di girtîgehê de ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin