Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir

Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir

.

A+A-

Amedspor li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspor, li deplasmana Somasporê bi gola Oktay Aydin bi ser ket û di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de lîdertiya xwe qewîn kir.

Maçek maye Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi dawî bibe û Amedspor gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye.

Amedsporê puana xwe derxist 80yî.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedspor bi 3 puanan û averaja 11 golan li pêşiya Kastamonusporê ye.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedsporê di maça xwe ya dawiyê de têk biçe û Kastamonuspor bi ser bikeve dîsa jî şansê Amedsporê yê şampiyoniyê gelekî zêde ye.

Ji ber ku golên Amedsporê zêdetir in dê şampiyoniyê bi dest bixe.

Klûba Werzişê ya Dihoksporê jî bi boneya şampiyoniyê, Amedspor pîroz kir.

Dihoksporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî:

“Şampiyoniya Lîga 2yemîn a Tirkiyeyê li Amedsporê pîroz be."

Parêzgarê Dihokê Elî Tatar jî li ser hesabê xwe yê Facebookê Amedspor pîroz kir.

Elî Tatar di peyam xwe de got:

“Serkeftina Amedsporê li serokayetî û yarîzan û hemû piştevanên wê pîroz dikim û hêvîdar im bigihîn super lîga Tirkiyeyê.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin