Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

.

A+A-

 Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Li salona pêşangehê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, nasandina Enstîtuya Ehmedê Xanî hat kirin.

Piştî wê li Navenda Kar a Nedîm Odabaşiyê,  Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Koordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî Necdet Takva di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku avakirina enstîtuyê ji bo bajêr girîng e.

Koordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî, Necdet Takva wiha axivî:

"Li Wana şopên Ehmedê Xanî lê hene ku berî 350 salî bi çanda xwe hewl da ku dinyayê fehm bike me Enstîtuya Ehmedê Xanî vekir.

Em dê bi vê xebata xwe di pêvajoya pêş me de berhemên gelek nivîskarên ku li ser dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan dikin berhev bikin.

Di heman demê de me ji bo ku lêkolerên ji cihên cuda yên dinyayê bikarin serî lê bidin jî ev enstîtu ava kir.

Hewldana bêyî ku dê di bin siya ti nêrînê de nemîne bi pêşengiya Ehmedê Xanî dê piştgiriyê bide çanda Kurdî.

Ez spasiya her kesê ku ked da dikim."

Mahîr Tahayê Koordînatorê şaxa Wanê ya Enstîtuya Ehmedê Xanî jî got:

"Îro ji bo me rojeke gelekî girîng e. Ez spasiya her kesê ku di vê roja xweş de em tenê nehiştin dikim.

Em derketin rêyeke dijwar û me destê xwe xist bin kevir."

Lêkoler û dîrokzan Kerem Serhatli, Desteya Şêwirmendiya Giştî, Lêkoler Gulten Madenlî û Nivîskar-Lêkoler Nîhat Gultekin jî beşdarî bernameya danasînê bûn û li ser Ehmedê Xanî û girîngiya enstîtuyê axivîn.

Nivîskar û lêkoler Rohat Alakom, Mucahît Bîlîcî, siyasetmedar Mesut Ozturk û Weşanxaneya Sîtavê jî pêyamên xwe yên nivîskî şandin.

Nivîskar, dîrokzan, lêkoler Murad Ciwan, Abdullah Yaşîn, Mehmet Gultekîn û akademîsyen Doç Dr. Ahmet Kirkan jî ji bo bernameyê bi vîdeoyan peyamên xwe şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin