Ji NATO'yê bo Tirkiyeyê hişyariya S-400ê

Ji NATO'yê bo Tirkiyeyê hişyariya S-400ê

NATO careke din dibêje, sîstema berevaniyê ya S-400 bo NATOyê rîsk e û bi rêya S-400 raz û nehêniyên NATOyê dê bikevin destê Rûsyayê.

A+A-

Fermandarê Hêzên Esmanî yên NATOyê Tod Wolters, piştî lûtkeya NATOyê da xuyakirin, firokeyên F-35 yên NATOyê, di sîstema radaran de nayên dîtin, lê heger hevpeymaneke NATOyê sîstema S-400 bikire, dê razên van firokeyan diyar bibe.

Da zanîn, di çarçoveya NATOyê de pêwendiyên wan ên leşkerî yên bihê bi Tirkiyê re hene û taybet bi hêzên esmanî yên Tirkiyê re pêwendiyên wan gelek baş in.

Tirkiye û Rûsyayê di meha Berçileya 2017an de li ser kirîna Tirkiyê sîstema berevaniyê S-400 lihev kiribûn. Herwiha li ser hevkariya teknolojî ya pêşxistina berhemanîna S-400 li Tirkiyê jî lihev kiribûn.

Amerîka jî Tirkiye hişyar kiribû, heger Enqere dest ji plana kirîna sîstema bergîriyê S-400 ji Rûsyayê bernede, metirsî li ser girêbesta kirîna firokeyên şer ên F-35 çê dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin