Ji mîstîkek (irfanek) paqij a di dîn de

Ji mîstîkek (irfanek) paqij a di dîn de

.

A+A-

Çavkanî: Gazeteduvar

Immanuel Kant - (Tercîme: Rahmet Yelken)*

Tiştên derveyî bandorê li ser laşek bikêrhatî yê çalakiyê dikin, daku wî teşwîqê çalakiyê bikin. Berhema vê jî jiyan e. Gelo jiyan çi ye? Qebûlkirina hebûna wê ya laşî li cîhanê û eleqeya wê bi tiştên derveyî re ye. Laş bi berteka li hember tiştên derveyî dijî, wan wekî cîhana xwe dibîne û ji bo mabestên xwe bikar tîne, bêyî ku bêtir li ser hebûna wan mijûl bibe. Bêyî tiştên derveyî, ev laş nedibû laşek zindî û bêyî bikêrhatî ya çalakiyê, ew tiştên derveyî dê nedibûn cîhana wî.

 Ez ji 'Rexneya Aqilê Paqij'[1] fêr bûm ku felsefe ne zanistek temsîlan (Vorstellung), têgîhînan û fikran an jî zanistek (hemû) zanistan (Wissenschaft aller Wissenschaften), an tiştek wusa ye; lê zanista mirovî, xeyal kirin (Vorstellen), fikirîn (Denken) û çalakî (Handeln) ya wî ye; divê ew mirovî li gorî hemû pêkhateyên wî, wekî ew ça ye û ça bibe, wî wusa binimandîne, ango hem li gorî tespîtên xweyên xwezayî (Naturbestimmungen) û hem jî li gorî têkiliya exlaq û azadiyê. Îcar li vir felsefeya kevin cîhekî bi tevahî çewt di cîhanê de dida mirovan, çima ku wê mirovî kiribû mîna makîneyek, û ew bi vî rengê bi tevahî diviyabû cîhanê yan jî bi tişt û mercên derveyî ve girêdayî bû. Loma jî wê mirovî hema hema kiribû tenê perçeyek pasîf a cîhanê. Niha 'Rexneya Aqilê Paqij' derket û ji mirovî re cîhêkî maqûl ê heyînek çalakî (aktive Existenz) li cîhanê tayîn kir.

XWEZA HEMÛ YE Û YEK E

Bi esasî mirov bixwe afirînê hemû xeyal (Vorstellung) û tegîhînên xwe ye û divê ku ew tenê destûrdayînê hemû çalakiyên xwe be. Ew 'e' (sein) û ev 'divê' (sollen) di mirovan de du merceyên tewr cûda vedibêjin. Lewra em di mirovî de du beşên ciyawaz ên bi rêgez ji hev dûr dibînin, hisgirî (Sinnlichkeit) û hiş (Verstand) li aliyekî û aqil (Vernunft) û îradeya azad (Freier Wille) jî li aliyê din. Lê em dizanin: Xweza (Natur) hemû ye û yek e. Tê de behsa divêtînê (Sollen) tune ye. Belê hisgirî û fehmberî (Verstand) her tim diçe ber bi berdestxistina çi û çawa yeyîne. Xuya ye ku ew

 

ji bo wê axa cîhanê (Erdenwelt) ne û divê wusa jî ayîde wê bin. Lê aqil wusa nîn e. Ew her tim dixwaze derbasê hisgiriyê wêdetir be û ji xwezaya hisgiriyê wêda jî çêkirî be. Ango çiqasî ku diyar e ew her çend fakulteyek (qebîlîyet) teorîk be jî dîsa ji bo hisgiriyê nehatiye çêkirin. Îrade ya azad jixwe ji serbixweyiya ji tiştên derveyî pêktê; ew çiqas giyayînek çalakî ji bo mirovan ne be jî, herwiha ewqas kêmîne jî ayidê xwezayê ye. Hema yê kuderê ye gelo? Divê mirov ji bo du cîhanan (Welten) çêkirî be, yek alema (Reich) hisgiriyê û fehmberî (hişî) ye, loma ji vê axa cîhanê re, û yekê din re, ya ku em hîn nas nakin, alema exlaqî (Reich der Sitten). Îcar fehmberî (hiş) jixwe li gorî formê xwe jî bi vê axa cîhanê re bihed e. Herwiha ew tenê ji kategoriyan pêktê, ango awayên guherandinê yên ku tiştên hisgirî (sinnliche Dinge) referans digrin. 

EXLAQTÎ BI MIROVAHÎ VE DESTPÊ DIKE Û BI WÊ RE JÎ DIQEDE

Sînorên wê li vê dijwar in. Ku kategorî nebûn, fehmberî (hiş) jî nabe, çimkî ew bi riya kategoriyan ve dibe û ji wan jî pêktê. [Bi rastî ji min re delîlek a tenê ji diyardeya erdane yan jî xwezayî ya fehmberiyê (hiş) ev e ku em di hêzên hişî de rewşên qelibiyayî (derbasbûna) ber bi xwezayê dibînin, ji mirovê aqilmendtir heya heywanê herî ehmeq, (hemû li hev diqelibin, eger ku em xweajoyan jî domandina hişî bibînin).] Lê exlaqtî ne wusa ye, ew bi mirovahî ve destpê dike û bi wê re jî diqede û bi esasiya xwe jî di hemû mirovan de eynî ye. Diyar e ku hiş ayidê xwezayê ye û eger ku mirov tenê xwediyê hiş û bê aqil û bê îradeya azad û bê exlaqtiyê bibûna, ferq a wan ji heywanan hîç nedima, dibû ku ew tenê bibûna serek li ser nêrdewana zîrektiyê ya ji xwezayê, lê niha bi riya aqil û îradeya azad û exlaqtiyê ve bigehî ji heywan ên herî hişmend jî cûda ne (herçiqasî xweajoyên heywanên gelek caran ji fehmberî ya mirovan çêtir bi kêr werin jî!). Ev hiş karînek aktîf a mirovî ye, hemû hêzên wî yê xeyalî û tegîhînên wî afirandinên wî ne, mirov bi hişê xwe difikire û bi wê riyê jî cîhana xwe bixwe diafirîne. Tiştên derveyî tenê sedemên hişê carinan (Gelegenheitsursachen) in, ew wê çalak dikin û hesilata van çalakiyan raman û têgîhînên mirovîne. Ji ber vê yekê tiştên ku ev raman ê têgehî dinasînin ne ew in ên ku hişê me temsîl dike. Rast e ku hiş tenê dikare raman û têgîhiyan, lê ne tiştên rastî biafirîne. Çawabûna tiştên lixweyî (Dinge an sich) ji wan raman û têgîhînan re ne berdestî ye, mimkûn nin e ku ew bi vê çawabûna wan bizanibe.

GELO JIYAN ÇI YE?

Tiştên ku hest (Sinne) û hişê me wan temsîl dikin, zêdetir xuyangên bi serê xwe ne, ango objeyên hîs û hişê me, ew in ku bi xwe berhema rasthatina sedemên carinan û tesîra hişê me li ser tiştan e. Lê ev nayê wateya ku ew tenê xuyayî ne, lewra ku em di jiyana xwe ya praktîkî de wanan wekî tiştên rastîn û obje û ramanên (Vorstellung) xwe dinirxînin. Çikû em di jiyana xwe de tiştên rastî wekî wan sedemên carinan pêşqebûl (supponieren) dikin. Binêre li Zanîstên siruştî (Naturwissenschaften). Tiştên derveyî bandorê li ser laşek bikêrhatî yê çalakiyê (aktionfähiger Körper) dikin, daku wî teşwîqê çalakiyê bikin. Berhema vê jî jiyan (Leben) e. Gelo jiyan çi ye? Qebûlkirina hebûna (Existenz) wê ya laşî li cîhanê û eleqeya wê bi tiştên derveyî (Außendinge) re ye. Laş bi berteka li hember tiştên derveyî dijî, wan wekî cîhana xwe dibîne û ji bo mebestên xwe bikar tîne, bêyî ku bêtir li ser hebûna (Wesen) wan mijûl (kümmern) bibe. Bêyî tiştên derveyî, ev laş nedibû laşek zindî, û bêyî bikêrhatî ya çalakiyê, ew tiştên derveyî dê nedibûn cîhana wî. Da bi hiş (Verstand) jî waha ye. Hê bi rêya rûbirûbûna xwe bi tiştên derveyî re ev cîhana wî çêdibe; bêyî tiştên derveyî ewê mirî bibûya; bêyî hiş wê temsîlî tune bibûna, bêyî temsîlan tişt nedibûn û

 

dawiya dawîn bêyî wan ev cîhana wî jî nebûya. Çawa bi mînaka dînan (dêwaneyan) diyar dibe, di hişekî din de cîhanek din wê mimkun bibûya. Belê hiş afirînerê obje û cîhana xwe ye, ya ku hêmanên wî ji wan objeyan pêktên. Lê bi rengek wusa ku merî bikaribe bibêje tiştên rastîn sedemên carinan çalakiya wî û herwiha jî yên ramanên wî ne. Wekî encamek, ev hêzên xwezayî yên mirovî bi girîngî ji aqil û îradeya wî ya azad cûda dibin. Herwiha her du jî hebûnên (Vermögen) çalak pêk tînin, lê divê ku sedemên carinan ên çalakiya wan ji vê cîhana hisgiriyê neyên girtin. Belê ji ber vê yekê objeyên (Gegenstände) aqil wekî fakulteyek (Vermögen) teorîk tune ne, tesîra aqil tenê fikrin (Ideen), ango temsîlên eqlane yên ku li wan tu tişt (Gegenstände) naguncin e. Loma ku ne tiştên rastîn, tenê lîstikên hiş (Verstand) sedemên carinanî yên çalakiya wan in. 

EV EXLAQÎ YE Û NE HIŞ E, YÊ KU SERÎ DE MIROVAN DIKE MIROV

Belê, maneya bikar anîna êqil wekî fakulteyek teorîk û spekulatîf li cîhana hisgiriyê de tune ye (û biencamî ew carekî li vira ye, pêdivî ye ku ew di cîhanek din de were xebitîn), lê ew tenê weke fakulteyek praktîkî ji bo armanca îradeya azad bimane ye. Û îradeya azad jî tenê praktîkî ye; Ji bo vê ya girîng ev e ku çalakiyên wê kiryarek safî ya tişteyî (reine objektive Handlung) û ne bertek be û yan jî jêderkên (Triebfeder) çalakiyên wê bi objeyên wê re ne lihev yek bin; ev gere ji temsîlên hişî serbixwe be, çimkî ewê awayê bandora wê li cîhanê bikin ters û pûç, wusa jî divê çalakiyên wê ji fikrên (Idee) aqilê spekulatîf jî serbixwe bin, ji ber ku beramberiyên wan fikran li cîhanê tune ne; ewê îradeya azad bi awayekî bêbingehî û hêsanî saz bikirabina. Aniha, gere jêderka çalakiyên îradeya azad tiştek wusa be, yê ku hebûna wî ya hundurîn di mirovî bixwe de bingeh girtibe û ji azadiya îradeya wî nikarî bêyê veqetîn. Dîsa ev bixwe jî yasaya exlaqî (moralisches Gesetz) ye, ya ku me ji xwezayê derdixîne û li wê serbanî dike; awayekî wusa ku em wekî heyberên exlaqî bi jêderkî û sedemî (Ursache) ne, hewce yê tiştên xwezayî ne ji bo çalakiyên xwe yên îradeya azad, loma ew tişt nikarin bibin objeyên xwestina me ya azad. Şûna wan şexsiyeta exlaqî ya mirovhatiyê (Menschheit) digre. Ew yasa ya xas tenê-mirovahî û ya ku wekî taybetmendiyek mirovan, wan ji perçeyên din yên xwezayê cuda dike, exlaqtî (Moralität) ye, ku di saya wê de em heyînên serbixwe û azad in û bingeha wê ji dîsa ev azadiya me (ya şexsîyetî) bixwe ye. Ev exlaqtî ye û ne hiş e, yê ku di serî de mirovan dike mirov. 

ÎRADEYA AZAD BI TEVAHÎ SERBIXWE YE

Ev her çiqasî fakulteyek serbixwe û çalakî be jî, ji bo çalaktiya xwe hewceyê tiştên derveyî ye û bi wan re jî bihed e; ji aliyê din de îradeya azad bi tevahî serbixwe ye û tenê dikare bi yasa navxweyî ve were saz kirin: ango mirovî tenê bi riya xwe, bi şertê ku ew tenê bi rûmet û serxwebûna xwe ya xwemalî ve ji hemû tiştan serbixwe be, ewên ku ji wî re nikarin bibin yasaya exlaqî. Ger wusa be, hişê (Verstand) me bêyî van tiştan ne tiştek be, qe nebe bêyî wan ew aqil nebe, îcar aqil (Vernunft) û îradeya azad mîna yekê di destê me de dimîne; qada çalakiya wan çi dibe bila bibe. (Helbet ew encama (Schlussfolgerung) hîperfizîkî dikare bi îhtimalekê hinî li vir were kirin):»da ku bi mirina laşê mirovî re ew hişê wî jî bi hemû temsîlên wî yên dinyayî (irdisch) û têgîhînên û zanebûnê wî ve dimre û winda dibe; ji ber ku ev hiş her dem tenê ji bo tiştên dinyayî û hisgiriyê kêrhatî ye, û her çi wextî mirovek bixwaze berz bibe dersirûştiyê (Übersinnliche), li vir karanîna hişî radiweste û ya aqil destpê dike. Min ev fikrê hanê paşê li ba irfaniyan (Mystiker) jî dît, bê guman ne waqas zelal û tenê wekî ramanek, jixwe ew wî îda jî nakin. Bi rastî jî ev fikir ji bo aramîbûn û baştirbûna exlaqî ya pirr kesan jî gelekî çê ye. Hiş bixwe jî mîna laş kêmtirî girêdayiyê mirov e. Dema ku di laş de kêmanî çêbin, merî (man) aramî dibe, çima ku merî pê dizane, ew ne tiştek girîng e – avantajên laşek başavahî tenê li vir, ser rûyê erdê, hene. Bifirkirin ku ev fikir bibûya gelemperî û me bikariba ewê di derheqê hiş de jî bigota, gelo wê gavê ev ji bo exlaqê mirovî jî bifeyde nebibûya? Jixwe zanista sirûştî ya mirovî (Naturlehre des Menschen) ya nû bi wî fikrê re pirr xweş ahengdar dibe, da ku ew hiş tenê wekî tiştek bi laş ve girêdayî, mîna hilbera çalakiya mêjî qebûl dike. Bnr Nivîsaren fîzyolojîkî yên S. Reil[2]. 

EV FIKIR CÎHANEK HERÎ NÛ PÊŞKEŞÎ MERIVA DIKE

Merî li vir dikare dîtinên kevin ên di derbarê maddebûna giyanê (Seele) de bi bingehek real, ji nû ve niqaş bike. Bêguman, bi bêtir lêpirsîna rexneyî ya fakulteyên gîyanî (Seelenvermögen) yên mirovî ve ev pirsa asayî jî xwe bidest dide: gelo fikra êqil (Idee der Vernunft) yê bêserûber û berbiçav a ji nivîsarek gerdûnê (Urheber des Weltalls), helbet a me bixwe û yê yasaya exlaqî jî, sebebek (Grund) xwe yê derbasdar li cîhanê jî heye, çima ku hemû sebebên teoretîk ji hêla xwezaya wê de li şidandin û parastina wê fikrê nebikêr in? Ji viya ew delîla xweşik a exlaqî ji bo heyîna (Dasein) Xweda peyda bûye. Merî bixwaze nexwaze jî ew heyîn bi wê delîlê bi dizîka be jî ji her kesî re eşkere û bi têr îspat e. Îcar li dawiyê bi vê fikra afirînerê cîhanê re, ya ku bi wê delîlê ve binyat bûye, yekê praktikî derket. Wê fikrê, ji bo hemû wazîfeyên (Pflichten) me ew afirînêr bi giştî kir yasadanêr an jî nivîskarê yasayên me yên exlaqî. Ev fikir cîhanek herî nû pêşkêşe mirovan dike. Ew mirov hest dike ku ew ji bo alemek cûda hatiye afirandin û ne ji bo ya hisgiriyê û ya hişî – ji bo alema exlaq, ji bo alema Xweda. Ew niha di heman demê de erkên (Pflichten) xwe wekî fermanên Xwedayî nas dike, û tê de zanebûnek nû, hestek nû, ango dîn (Religion), çêdibe. - Ez heya vira, Babayê ezîz, di xwendina nivîsên wan de hatibûm, gava ku ez rastê sinifek mirovan hatim. Xelkê ji wan digot parçeker (Separatisten)[3], lê ew bixwe ji xwe re dibêjin irfanî (Mystiker). Doktrîna wan, min li ba wan hema herfiyên bi praktikî dît û ez pêve danasîm. Bê guman, di rûye zimanê wan ê irfanî de ev pêve danasîn di destpêkê de zehmet bû; lê ez piştî lêgerîna domdar bi ser ketim. Bala min kişand ku ev mirovên hanê bi tevahî bêyî îbadet dijiyan; her tiştê ku jê re îbadet tê gotin û dîsa bicihanîna peywirên wê jî red dikin. Ez şaş mam ku ew ji xwe re dîndar dibêjin. Heya ku xwe xiristiyan qebûl dikin, lê hema încilê wekî destûrnameya xwe nabînîn û qala xiristiyanîyek hundirîn dikin, a ku bi herherî (Ewigkeit) di hundirê me de xwemalî ye. 

MERIV JI WAN BIPIRSE, ÇIMA?

Min li ser awayê jiyana wan mirovan lêkolîn kir (ji bilî miyên reş ên di her birra qerqaşan de, ji bo menfeetên xwe, hene) û helwestek exlaqî ya paqij li ba wan û di kirinên wan de jî bibiryariyek stoaîkî (stoisch) dît. Ez bi doktrîn û prensîbên wan ve pirsîm û min bi girîngî di wan de exlaq û doktrîna wan kesan a dînî vedît, lê her dem bi cûdahiya ku ew yasaya navxweyî, wekî ku ew dibêjin, mîna pexamek (Offenbarung) hundirî û Xweda jî wekî nivîsarê wê dibînin. Rast e, ew încilê bi awayekî, û zêdetirîn li ser vî xeber nedan, fena pirtûkek ji Xweda dibînin; lê heke merî ji nêz ve lêpirsî, merî dibîne ku ew vê koka încilê û îlahiya peyamên wê tenê bi lihevhatina wan bi yasaya xwe ya navxweyî ve dipîvin. Û eger ku merî ji wan bipirse, çima? Îcar bersiva wan ev e: ew xwe di hundirê min de meşrû dike, û hûnê jî wusa bibînin, eger ku hûn guh bidin yasaya xwe ya navxweyî yan jî talîmatên încilê. Loma ew încilê wekî destûrnameya xwe nahesibînin, tenê mîna pejirandinek dîrokî, ew wê de tiştê ku li destpêkê di hundirê wan de hatiyê saz kirin, dibînin. Bi qisetekê din, ka ege ku ev mirov fîlozof bibûyan (da bila min biborînin), ewê Kantî yên rastîn bibûyan. Lêbe ew bi pirranî ji sinifa bazirganî û cotkarî ne yan jî esnaf in. Lê min di dûv de hin ji tebeqeya jorîn jî di nav wan de dît û heya zana û pirspor jî; lê min tucarî teologek (feqîh) nav wan de nedît, jixwe ew di çavê teologan de mîna qîtekê ne. Sebebên vê jî duçêşîdî ye: di aliyek de ev irfanî îbadeta li gorî teologan nakin û di aliyê din de jî ew teolog nikarin tiştekî li serê wan bînin, da ku ew di aliyê jiyana xwe a rojane de hemû erkên nîzama welatînî bipisporî bicîhtînin. Ev parçeker di prensîbên xwe yên dînî de ji Quarkersa[4] ciyawaz nabin, lê hema sepandina wan prensîban li jiyana wan a hevpar yeka din e. Ew ne pê çavê merî dikevin, cilê gorî adetên aktûel lixwe dikin û her kes ji wan hem baca dewletê hem jî ya dêrê (Kirchensteuer) dide. Di nav beşa zanayan a wan de min tucarî fanatîzm nedît, min tenê fikirînek biaqil a bêpêşhikum û nihêrînê azad di derheqê mijarên dînî (Religion) de dît.

 


* Rahmet Yelken, di Zanîngeha Gottingenê de Zanistên Îranîyan (Îranîstîk) ku tê de Kurdolojî jî heye xwendiye. Di Zanîngeha Mîlano û Vîyanayê de beşa feylesofîyê de mastir kiriye. Niha bo doktorayê amadehîya xwe dike.


Çavkani:

[1] Bi almanî Kritik der reinen Vernunft, yek ji berhemên Kant a sereke ye.

[2] Reil, J. C. (1795). Von der Lebenskraft, Eingeleitet von Herausgeber, vol. Karl Sudhoff.

[3] Kant li vir behsa pîetîstên radîkal dike: https://en.wikipedia.org/wiki/Pietism

 

[4] Ji bo terîqeta Quarckers, bnr: https://en.wikipedia.org/wiki/Quakers

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin