Ji meleyên Hewlêrê fetwaya Efrînê: Heçî bo xaka xwe dimire şehîd e

Ji meleyên Hewlêrê fetwaya Efrînê: Heçî bo xaka xwe dimire şehîd e

Îro roja înê li bajarê Hewlêrê careke din meleyên kurdan di xutbeyên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê û ragihandin ku li gorî ayetên Qurana pîroz û Hedîsên Pêxemberê Islamê her kesê ku li ser xaka xwe were kuştin şehîd e.

A+A-

Endamê Lijneya Fetwayên Îslamî ya Herêma Kurdistanê Mela Mihemed Çomanî derbarê mijarê de got:

"Parastin û berxwedana ji bo xaka Efrînê erkeke dînê lslamê ye û her kesê ku di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest bide, li gorî dine îslamê şehîd e."

 

Herwisa Mela Mihemed Çomanî di xutebeya xwe ya li Mizgefta Xalidî ya li Hewlêrê de ev tişt gotin, "Mixabin bi navê îslamê îro kurdan dikujin û wekî kafir bi nav dikin. Wan ew yek ji bîr kir ku yên bajarê Qudsê ji destên gawiran derxist kurd bûn."

Tê gotin ku îro li piraniya mizgeftên bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê meleyan di xutbeyên xwe de behsa berxwedana gelê kurd ya li Efrînê kir û bi dengên bilind dia kirin û piştevanî jê re xwestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin