Ji Îsraîlê pêşniyara 'dewleta kurdî'

Ji Îsraîlê pêşniyara 'dewleta kurdî'

Endamê Knesset yê Partiya Lîkûdê ya îsraîlî Yoav Kisch di rojeva xebata Knîsetê ya vê hefteyê de pêşniyar kir ku welatê wî piştgiriyê bide dewleta kurdî.

A+A-

Li gorî rojnameya The Jerusalem Postê, Kischî di pêşniyarê de gotiye: "Ji bo rûbirûkirina hêza Îranê ya li herêmê zêde dibe, tundrewiya Tirkiyeyê û jihevketina Suriyeyê, pêwîst e ku Îsraîl pêşengî û piştgiriyê bide xebata kurdan ji bo avakirina dewleteke serbixwe."

Hêjayî gotinê ye ku ev pêşniyara parlamenterê Lîkûdê di demeke wiha de hat ku têkiliyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê rageş bûne.

Herwiha JPostê di nûçeya xwe de wiha got: "Tirkiye ji mêj ve kêmara kurdî tepeser kiriye û bi tundûtûjiyê daxwazên wan ên polîtîk perçiqandine û destpêka vê salê de êrîşek li dijî herêma xweser a kurdî ya Efrînê pêk aniye."

"TIRKIYE LI SER ÇEWISANDINA KURDAN BERDEWAM E"

Kischî di pêşniyara xwe de gotiye ku "kurd komeke etnîkî ye ku zêdeyî 30 milyonan e û daxwazên wê yên neteweyî hene. Tê hesibandin ku li herêma kurdî ya Iraqê, 8-10 milyon kurd hene û piraniya kurdan li welatên cîran ên Sûriye, Tirkiye û Îranê dijîn."

Li gorî Ksichî, Tirkiye xwe dûrî (dewletên) Rojavayî dixe û bangê li dijî Îsraîlê dike, piştgiriyê terorê dike û li ser çewisandina kurdan di nav xaka xwe de berdewam e."

Ksich dibêje ku "nasîna Kurdistana serbixwe dê ji bo berjewendiyên Îsraîlê baş be" û wiha dewam dike: Sedemek hebû ku Îsraîl yekem bû ku eşkere pîrozbahî li tevgera kurdî ya li bakurê Iraqê ya ji bo serxwebûnê kir."

 

"DIBE KOMÎTE DENGDANÊ JI BI PIŞTGIRTINA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ LI DAR BIXE"

Di nûçeyê de tê gotin, "eger Knessetê pêşniyara Kischî pesend bike, ihtimal heye ku mijar biçe Komîteya Parastin û Têkiliyên Biyanî ya Knessetê ji bo bi berfirehî were gotûbêjkirin. Dibe piştî wê, komîte dengdanê ji bo piştgiritina serxwebûna kurdan bike lê ev pêngav ne pêwîst e".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin