Ji Hewlêrê derbarê teqîna boriya Kurdistan-Tirkiyê daxuyanî

Ji Hewlêrê derbarê teqîna boriya Kurdistan-Tirkiyê daxuyanî

.

A+A-

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî ji Rûdawê re ragihand, “teqîna boriya petrola Kurdistanê li Tirkiyê bi sedema kontakta elektrîkê bûye û karekî terorîstî nebûye.”

Kemal Etrûşî diyar kir, bûyer şevê din çê bûye û qebareya wê boriya teqiye, 40 înç e.

Derbarê hinardeya petrola Kurdistanê jî, Kemal Etrûşî got, “teqîna boriyê bandorek mezin nabe li ser hinardeya petrola Kurdistanê, hinardeya petrolê tenê dê bi awayekê demkî bê rawestandin û em dê di zûtirîn dem de dest bi hinardekirinê bikin.”

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê destnîşan jî kir, “boriyeke din a 46 înçî ya Tirkiyê li kêleka boriya Kurdistanê heye û heya dema çêkirina boriya petrola Kurdistanê, em dê wê boriya Tirkiyê bikar bînin.”

Li gor agahiyên Rûdawê, boriya petrola Herêma Kurdistan-Ceyhan a Tirkiyê ji demjimêr 19:15ê êvara duh ve hatiye girtin.

Berpirsên Kompaniya BOTAŞ a Tirkiyê jî ragihandine, zirar gihîştiye boriya 40 înçî ya veguhastina petrolê û ew niha mijûlî lêkolînê ne ji bo bizanin gelo zirar gihîştiye boriya 46 înçî ku ew dixwazin wek alternatîv bixin kar, an na.

Rayedarên BOTAŞê diyar kirine, eger zirar negihîştibe boriya 46 înçî, wê demê ew dikarin proseya veguhastina petrola Herêma Kurdistanê di rêya wê boriyê ve destpê bikin, lê ji bo wê yekê jî dem pêwîst e, ji ber her du boriyên 40 înçî û 46 înçî jî di bin erdê de ne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, heta êvara Sêşembê 18ê Çileya 2022an, rojane 415 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û herwiha rojane 75 hezar bermîl petrola Kerkûkê jî di rêya boriya petrola Kurdistan-Tirkiyê ve dihat hinardekirin, bi wê yekê jî berî teqînê rojane bi giştî 490 hezar bermîl petrol di rêya wê boriyê re dihat hinardekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin