Ji Emerîkayê bo Minbicê karwana çekî

Ji Emerîkayê bo Minbicê karwana çekî

Duh bi şev, Amerîkayê karwaneke din ê çekan wek alîkarî bo YPGê gihandin Rojava û biryar e, ew alîkarî bo Minbicê bên veguhestin.

A+A-

Li gor Sputnikê şeva din 65 tirimbêlên barhilgir ên leşkerî ku tijî çek bûn bi parastineke mezin ji Herêma Kurdistanê derbarî Rojava bûn".

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê dane, biryar e ku ew çek pêşî biçin bajarê Qamişloyê û ji wê derê bo bajarê Minbicê werin veguhestin.

Herwiha wê çavkaniyê diyar kir ku alaya Amerîkayê li ser wê karwanê bû û destnîşan kir ku berî niha jî her welatên Hevpeymaniya Navdelwetî ya li dijî DAIŞê karwanên çekan şandine Rojava.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin