Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bona Ciwanên PAKê

A+A-

Ciwan pêşevanên gel e. Ciwan hebûna netewe û gel e. Ciwan rûmet û qîmeta gel e. Loma jî divê ciwan ji bona gelê xwe karê rast, tevgerên durust bixuliqînin.
 

Ciwan divê bi aqilekî zelal, bi fikrin delal, hêja û neteweyî tevbigerin.
 

Ciwan divê berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî re bigire.
 

Ciwan divê behn fireh bin da ku bikaribin berê bifikirin û dûre tevbigerin. 
 

Heger pêşevanên gel ciwan bin, divê ciwan jî bikaribin tevaya gelê xwe hembêz bikin. Ji nakokiyan dûr birevin, şaşiyan bi awayekî maqûl rexne bikin, başiyan biparêzin. 
 

Ji  Ez  û Ez ê dûr bikevin. Herkesan li gor kar û xebatên wan rexne bikin ya jî bipesidînin. 
 

Bi dilsoziyeke germ xwedî li doza gelê xwe derkevin. Li hemberî êrîşên li gelê wî tê kirin bêdeng nemînin.

Ji hev hez bikin, bi hev bawer bin û tu caran nebin xwediyê xwe û biryarên emirwaqî. Tim bi ya piraniyê bikin, lê yên ketin kêmaniyê jî ji bîr nekin. Ji ber ku demokrasî ne tenê dengdan e.
 

Salmezin û porsipiyên xwe guhdarî bikin, ji tecrubeyên wan fêdê bigirin. 
Di her pêşketinekê de serxweş nebin, tim bi aramî tevbigerin. Dîroka gelê xwe baş fêr bibin. Kesên dîroka gelê xwe nizanibin, dê nikaribin ji bona wî karên hêja, xebatên delal jî bikin.

 

Tevgerên salên 1960 heta 1980ê berçav bikin. Ji wan dersan derxin. Kêmanî û şaşiyên wê demê, başî û qenciyên wî zemanî, rastî û durustiya pêk hatibûn, bidin ber hev. 
 

Wê gavê hûnê bibînin ku me ango bav û bapîrin we. Mam û xalanên we, metik û xaltîkên we di ku de çi kêmanî û başî kirine. 

Divê hûn ciwanên Partiya Azadiya Kurdistanê bi kar û xebatên xwe, bi çalakî û jêhatîbûna xwe rêvebiriya PAKê ji porsipiyan xelas bikin. Tevgerên ji bona serxwebûn û azadiya gel bi destê ciwanan têne meşandin. Lewra divê ciwanên PAKê vê ji bîr nekin û zûtirîn rojê PAKê ji rêbertiyasal mezinan azad bikin.

Helbet salmezinên me karên baş xebatên delal li gor dem û zemanê xwe kirine, vê tim bi bîr bînin û bizanibin îro ew salmezinên me li gor şert û mercên niha nikarin tevgerê bi rêve bibin. Bibin jî dê ew tevger bi pêşnekeve.

Vaye hûn dibînin pişt sala 2000 û heta roja îro wan rêxistinên me yên bi rêbertiya salmezinan tê meşandin gavekê jî pêşve ne çûne, her weke girtiyên zîndana Diyarbekirê li cihê xwe jimartine û li wir mane.

Carekê bala xwe bidin tevgerên niha partî û rêxistinên heyî, hûnê bibînin hemî porsipî ne. Divê hûn ciwanên PAKê vê biguherînin. Heger hûn rêbertiya vê partiya delal ku îro li Bakurê Kurdistanê hema bêjin partiya herî delal jî be. Bi rêvebirtiya salmezinan dikare çend gavan bavêje?

Ji bona ev partî li gor hêjayiyên xwe, karê ji bona azadiya Kurdistanê berdewam bike, pêwîst e ciwanên vê partiyê dest bavêjin rêbertiya wê. Helbet salmezinên me, porsipiyên me jî divê êdî rê vekin û xwe bidin alî…

Hûn ciwanin, zana û têgihiştîne. Bibînin ku bê îro Bakurê Kurdistanê ketiye çi halî. Tenha guherandina vê hûn ciwan dikarin bikin. Êdî bi sal mezinan guherandinên li gor dem û zemên nabe.

Ciwanên delal;  welat li ber têkçûnê ye, ziman nemaye. Mejî hatiye guherandin. Ew mejiyê kurdewarî îro ketiye ser xeta Kemalîzmê. Loma jî roj bi roj kurdên Bakurê Kurdistanê ji welatparêziya xwe, ji bîr û baweriyên xwe yên kurd û Kurdistanê dûr dikevin.

Çawa PAKê bi damezrandina xwe di siyaseta Bakurê Kurdistanê de hin guherandin pêk anî,  divê ciwanên PAKê jî rêvebiriyê bigrin destên xwe û bêwestan, li zimanê xwe, li adetên xwe, li serpêhatiyên bapîrên xwe vegerin û li gor wê tevgerê li ser xeta neteweyî bi rêve bibin.

Ciwanên delal; heger hûn jî îro de vê nekin, bizanibin ku heta demeke gelekî dirêj wê mesela kurdan li Bakurê Kurdistanê nemîne. Ji ber ku roj bi roj û bi lez ew bawerî û fikra Kemalîzmê xwe di mejiyên ciwanên kurd de bi cih dike û kirî ye. Vê bibînin û zûtirîn demê dest bavêjin meselê. Îro hebûn û nebûna Bakurê Kurdistanê wê bi destê ciwanan diyar bibe. Loma divê hûn jî rola xwe bilîzin û erkên xwe bînin cih…

Ji bîr nekin li Bakurê Kurdistanê piştî bêdengiyeke mezin yên tevgera Kurdistanê xiste hereketê û çalak kirin em ciwanên dema salên 1960-80 bûn. Wê demê salmezinên di nava me de bi çend kesan dihatin destnîşankirin.

Lê îro jî xort ango ciwanên di nava tevgerên Kurdistanê de bi qasî tiliyên destan e. Ev malwêraniye, ev têkçûna tevegara Kurdistanî ye. Ev tunekirina hizra welatparêziya kurdistaniye.
Ez xebatên we ji dil pîroz dikim. Lê heta niha min tu tiştekî ango xebateke we ya berbi çav ku hûn dixwazin guherandinên cidî bikin nedîtiye.

Heta ku hûn PAKê ji porsipiyan xilas nekin û nebin rêvebirin yekem, wê him PAK bi pêşnekeve û wê him jî tevgera Kurd li bakurê kurdistanê mohra xwe li dîrok nexe. Ev jî tê wê wateyê ku rohniya ji bona azadiyê Kurdistanê ya bi destpê PAKê pê ketibû dê gelekî dûrî me û we be. Heger hûn bi bazdan xwe negihêjin wê ronahiyê ew ê bitemire û wê Kurdistan di nava şevreşê de di bin potînên leşkerên dagirkeran de bipeçike. Êdî hûn dizanin.

Önceki ve Sonraki Yazılar