‘Ji bo Kurdên Sûriyeyê pêşerojeke çawa?’

‘Ji bo Kurdên Sûriyeyê pêşerojeke çawa?’

Enstîtuya kurdî ya Parîsê konferanseke navneteweyî di 21ê Hezîranê de, li ser Kurdên Rojava li Koşka Luxembourgê li dar dixe. Konferansa ku wê gelek pispor û şarezayên doza kurdî tê de beşdar bibin dê li Hola Clemenceau ya Senatoya Fransayê pêk bê

A+A-

Li gor daxwiyaniya ku li ser malpera Enstîtuya kurdî ya Parîsê hatiye belav kirin; “Ev konferans di dema ku kantona Efrînê serê salekê ye ji alî Tirkan û dûvikên wan ên sûriyeyî ve hatiye dagîr kirin û civata navneteweyî li hemberî ‘paqijiya’ etnîkî û cewsandina girseyî ya gelê kurd bêdeng dimîne de pêk tê. Medya nikarin xwe bighînin gelê herême û raporên RNH yên li ser bingeha şahidiyên penaberan jî têr nakin.”
Her wiha daxwiyanî radighîne ku “Vekişiyana hêzên amerîkî ji Rojava bûye sedema metirsiyeke giran li ser pêşeroja herêma ku ji alî Kurdan û hevpeymanê wan ên ereb û xiristiyan ve tê îdare kirin. Tirkiye tevî peymanên wê yên bi Moskovayê re jî, li hemberî El Qaideya suriyeyî ya li herêma Idlibê tiştek nekiriye, lê bi awayekî çalak xwe ji bo dagîrkirina Rojava amade dike ku ‘teroristên YPGê binbir bike’ û herêmeke bi penaberan erebkirî di bin desthilata xwe de ava bike. Șervanên YPG (Yekîneyên Paraztina Gel), hevpeymana biryardar a Hevpeymaniya navneteweyî li dijî Daişê, ji alî Enqerê ve weke ‘terorist’ û ji alî Șamê ve jî weke ‘xayîn’ tên dîtin. Ew ji alî herdu rejimên ku bi Îran û Rûsyayê re dixebitin ve tên tehdîd kirin. Tirkiye her wiha bi Washîngtonê re danûstendinan dike ku vê herêma ‘ji teroristên YPG paqijkirî û ewlekirî’ pêk bîne.”
Daxwiyanî akademisyenên pisporê herêmê û berpirsên siyasî vedixwîne ku rewşa Efrînê û pêşeroja Rojavayê Kurdistanê binirxînin. 
Bername
13û15 – 14.00 Pêşwaziya beşdaran
14.00 Bixêrhatin û pêşkêşkirina konferansê

14û15 – 15û30 Rûniştina Iê: Rewşa kantona Efrînê ya di bin dagîkrina Tirkan de
Birêveber: Joyce BLAU, profesora rûmetê ji INALCOyê
Beşdar: 
Jérémy ANDRÉ, rojnamevan ji heftenameya nûçeyî Le Pointê
Allan KAVAL, rojnamevan ji Le Mondeê
Șahidî
15û30 – 18.00 : Rûniştina Iıan: Ji bo Rojava û Kurdên li Sûriyeyê pêşerojeke çawa? 
Birêveber: Kendal NEZAN
Beşdar:
Samir AÏTA, aborînas û hev-danerê Foruma demokratik a suriyeyî
Gérard CHALIAND, nivîskar û jeopolitik
Rémi FERAUD, senatorê Parisê
Patrice FRANCESCHI, nivîskar û ceribêner
Patrick HAENI, lêkolîner ji Centre for Humanitarian Dialogue, Suisse
Khaled ISSA, nûnerê Rojava li Fransayê
Jean-Christophe LAGARDE, parlamenter, serekê Groupe d’études sur les Kurdes
Jonathan RANDAL, rojnamevan
Marielle de SARNEZ*, parlamenter, sereka Commission des Affaires étrangères

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin