Ji bo  hilbijartinên Kurdistanê ti rojek nehat diyarkirin

Ji bo hilbijartinên Kurdistanê ti rojek nehat diyarkirin

Îro Hewlêrê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Kurdistanê serokatiyên hikûmet, parlamento û komisyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê li hev kom bûn. Di encama civînê de ji bo lidarxistina hilbijartinan ti rojek nehat diyarkirin.

A+A-

Îro ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Komisyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê hat birêvebirin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Hewlêrê di civînê de ji bo hilbijartinan du roj hatine pêşniyarkirin ku yek ji wan roja 6ê Tîrmeha 2018an e, roja din jî 6ê Cotmeha 2018an e lê civîn bi dawî bû û di encama civînê de li ser rojan ti biryar nehat girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin